Li Koln û Velbertê çalakiyên hevgirtinê ji bo Rojava berdewam dikin
Li eyaleta Bakurê Ren-Vestfalya (NRW) çalakiyên hevgirtinê yên ji bo daxwaza statuya Rojava bi meş û daxuyaniyan li bajarên Koln û Velbertê berdewam kirin.
Li eyaleta Bakurê Ren-Vestfalya (NRW) çalakiyên hevgirtinê yên ji bo daxwaza statuya Rojava bi meş û daxuyaniyan li bajarên Koln û Velbertê berdewam kirin.
Li eyaleta NRW’ê Elmanyayê çalakiyên hevgirtinê yên ji bo daxwaza statuya Rojava bi meş û daxuyaniyên girseyî li bajarên Koln û Velbertê berdewam kirin.
KOLN
Li Kolnê çalakiyên ku ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve li ber dêra dîrokî ya DOM’ê hatin organîzekirin îro jî berdewam kirin. Kurdistaniyên ku li herêmê kom bûn pankarta "Status for Rojava Urgently" hilgirtin. Girseyê dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin û li ser binpêkirinên mafên mirovan û komkujiyên li Rojava û Kobanê bi zimanên Elmanî û Kurdî agahî dan. Girseya ku demek dirêj li herêmê ma, paşê belav bû.
VELBERT
Li bajarê Velbertê, ji bo hevgirtina bi berxwedana Rojava re meşek girseyî hate organîzekirin. Kurdistanî û dostên wan li navenda bajêr kom bûn, pankart û dovîzên ku daxwaza statuya Rojava dikirin hilgirtin û dest bi meşa xwe kirin. Di meşê de, dirûşmeyên "Gelê Kurd yek e", "Bijî berxwedana Rojava", "Alle EU finanziert, Colani bombardiert(Ewropa fînanse dike, Colani bombebaran dike)” û "Bijî berxwedana YPG-YPJ" hatin berzkirin.
Piştî meşê, Prof. Dr. Abdullah Polat axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi salan e li dijî êrîşên zîhniyeta faşîst têdikoşe.
Li ser navê MLPD ya Elman Horst Doten axivî û diyar kir ku ji destpêka Çileyê ve Rojava ji aliyê hêzên Îslamî yên faşîst ên girêdayî hikûmeta demkî ya El-Colanî ve rastî êrîşan tê û got, "Tirkiye li pişt van êrîşan e, hêzên Ewropayê li pişt wan in. Ew mirovan dikujin, bêhejmar binpêkirinên mafên mirovan çêdibin. Armanca wan ew e ku destketiyên Rojava tune bikin."
Piştî axaftinan, girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.