Îro saet di 17:00’an de li Qada Stortorget a Gävle ya Swêdê mîtîngek hevgirtina ji bo Rojava hat lidarxistin.
Axaftvanên li ser navê Meclîsa Gel a Gävle-Borlänge diyar kirin ku her çend pêvajo gihîştiye qonaxek rêkeftina fermî jî, ev nayê wê wateyê ku her tişt qediyaye. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku xetere berdewam dikin û heya ku şoreş berdewam bike dê hebin û divê Kurd û dostên wan ên li çaraliyê cîhanê hişyar û amade bin.
Siyasetmedarê Kurd Îsmet Girêsor di mîtîngê de axivî û diyar kir ku ev pêvajo pir girîng e û got, "Ev meseleyek man û nemanê ye. Ez spasiya gelê me yê ku li çaraliyê cîhanê rabûye ser piyan, gelê me yê ku li Rojava li ber xwe dide, hemû partiyên Kurd ên ku di vê pêvajoyê de rol lîstine û bûne yek û gelê me yê li her çar beşên Kurdistanê ku bi heman fikarê tevgeriyane, yekîtiya neteweyî nîşan dane dikim."
Xwepêşandan piştî axaftinan bi dawî bû.
HELSINGBORG
Li bajarê Helsingborg ê li başûrê Swêdê, ku hema hema her roj xwepêşandanên ji bo piştgiriya bi Rojava re lê tên lidarxistin, mîtîngek jî hate lidarxistin. Tevî hewaya sar jî, girse li ber stasyona navendî kom bû.
Hevseroka Meclîsa Skåne Zelal Qoserî li ser navê girseyê axivî û diyar kir ku her çend behsa pêvajoyek agirbestê hatibe kirin jî, xetera li ser Rojava berdewam dike.
Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û “Kurdistan yek e” bi dawî bû.