Kurdistaniyên li Freiburgê li qadan in: Wê sibê li Lahrê meş were lidarxistin
Li Freiburgê çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Wê sibê li Lahrê bi tevlîbûnên ji Freiburg, Offenbug û bajarên derdor meşekî girseyî were lidarxistin.
Li Freiburgê çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Wê sibê li Lahrê bi tevlîbûnên ji Freiburg, Offenbug û bajarên derdor meşekî girseyî were lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê dijîn, bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava îro jî daketin qadan. Di daxuyaniya çalakiyê de hate destnîşankirin ku ew ê heta naskirina statuya Rojava, wê li qadan bin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê sibê li Lahrê bi tevlîbûnên ji Freiburg, Offenbug û bajarên derdor meşekî girseyî were lidarxistin. Hate diyarkirin ku meş li Lahrê were lidarxistin û kombûn jî sibê di saet 17:00’an de li Rathausplatzê çêbibe.
Di serî de Freiburg, hemû gelên li bajarên derdor ji bo meşê hatin vexwendin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî êrîşên li ser Rojava hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştevaniya gelan û berxwedana li qadan dewam bike.
Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Yekîtiya Gelan” hatin berzkirin.