BI DÎMEN

Li Linz û Viyanayê ji bo Rojava standên agahdariyê û meşa êvarê

Li bajarên Linz û Viyanayê yên Awûstûryayê ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyan û komkujiyên li dijî Rojava, kampanyayên agahdarkirin û îmzeyan hatin lidarxistin. Li Viyanayê di saetên êvarê de ji bo Rojava meşiyan

Li stantên agahdarkirinê yên li Linz Taubenmarkt û li ber avahiya Parlamentoyê ya li Viyanayê hatine danîn, aliyên dermirovî yên şerê li Rojava û Sûriyeyê ji raya giştî re hatin ragihandin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku ambargoya li ser herêmê polîtîkayeke komkujî û qirkirinê ye.

Di çarçoveya kampanyaya agahdarkirinê de, bal kişandin ser pêdiviyên bingehîn ên jiyanê yên wekî av, elektrîk û înternetê ku ji hêla çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk ve  bi zanebûn tên tên. Hat diyarkirin ku gel bi gefa birçîbûn û sermayê re rû bi rû ye û ev rewş ne tenê krîzeke mirovî ye, di heman demê de celebek şer e ku wekî projeyek qirkirina psîkolojîk û etnîkî tê meşandin.

Piştî xebatên agahdarkirinê, ji bo Rojava li Viyanayê meşek hevgirtinê hat lidarxistin. Meş ji Westbahnhofê dest pê kir û bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" li MuseumsQuartierê bi dawî bû