Kaja Kallas: Parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye

Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, bersiva nameya Koma Dostaniya Kurd da û destnîşan kir ku parastina mafên Kurdan ji bo pêşeroja Sûriyeyê xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, bersiva nameya Koordînatorên Koma Dostaniya Kurd a Parlamena Ewropayê da. Kallas di bersiva xwe de destnîşan kir ku parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Di rojên ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kiribûn de, hevdîtina Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê António Costa ya bi Colanî re li Sûriyeyê bal kişandibû. Piştî hevdîtinê, Ursula von der Leyen diyar kiribû ku di têkiliyên YE-Sûriyeyê de “qonaxeke nû” dest pê kiriye û ragihandibû ku Yekîtiya Ewropayê dê di salên 2025 û 2026an de nêzî 620 mîlyon euro alîkariya mirovî û piştgirî bide Sûriyeyê.

Li ser êrîşên li Helebê, Koordînatorên Koma Dostaniya Kurd a Parlamena Ewropayê; ji Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan Andreas Schieder, endamê Koma Çep (GUE/NGL) Per Clausen û ji Koma Keskan/Tifaqa Azad a Ewropayê Leoluca Orlando, di 8’ê Rêbendanê de ji Nûnera Bilind a YE’yê Kaja Kallas re nameyek şandin.

Kallas di bersiva xwe ya ji bo nameyê de ev îfade bi kar anîn: “Ji bo nameya we ya 8’ê Rêbendana 2026’an spas dikim. Ez teqdîr dikim ku hûn baldariyê nîşanî polîtîkaya Sûriyeyê ya Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî parastina Kurdên Sûriyeyê didin.”

Kallas diyar kir ku polîtîkaya YE’yê ya Sûriyeyê dispêre biryarên Konseyê yên di 23’yê Hezîrana 2025’an de hatine qebûlkirin û got: “YE biryardar e ku li cem hemû gelê Sûriyeyê bisekinê û piştgirî bide pêvajoyeke veguhastinê ya aştiyane û berfireh ku daxwazên hemû Sûriyeyiyan bêyî cudakarî dabîn bike.”

Kallas bal kişand ser geşedanên li Heleb û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: “Derbarê rewşa li Helebê û bi wateyeke berfirehtir li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, YE fikarên xwe aniye ziman û bang li hemû aktoran kiriye ku demildest çalakiyên leşkerî rawestînin, sivîlan biparêzin û vegerin ser diyalogê.”

Kallas di berdewamiya nameyê de bi taybetî bal kişand ser rewşa Kurdan û wiha got: “Parastina tam a mafên Kurdan pir girîng e û YE di peywendiyên xwe yên dîplomatîk ên bi muxatabên li herêmê re, vê xalê dubare û sêbare destnîşan dike.”

Kallas diyar kir ku aloziya dawî ya li Sûriyeyê careke din hewcedariya çareseriya siyasî nîşan daye û got: “Aloziya dawî ya li Sûriyeyê destnîşan kir ku divê hem rayedarên dema veguhastinê ya Sûriyeyê û hem jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo peymaneke siyasî ya mayînde ya ku yekitiya welat û beşdariya watedar a hemû Sûriyeyiyan di heman demê de dabîn bike, li hev bikin û vê bixin meriyetê.”

Kallas nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “YE ji bo piştgirîkirina veguhastineke berfireh û lihevkirineke neteweyî ku serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê diparêze û avakirina civaka Sûriyeyê bi hemû cihêrengiya wê dabîn dike, dê ji tu hewldanan paşve gav neavêje.”

PARLAMENÊ ROJAVA HILDA ROJEVA XWE

Her wiha li gorî agahiyên hatine girtin, zextên endamên Koma Dostaniya Kurd encam dan û Parlamena Ewropayê di rûniştina meha Sibatê ya li Strasbourgê de mijara “Rewşa li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, tundiya li dijî sivîlan û hewcedariya parastina agirbesteke mayînde” xist rojeva xwe.