Endamên Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Brîtanyayê (DGB) a ku ji komeleyên Kurd, Elewî, çepgirên şoreşger û herêmî pêk tê, ji bo protestokirina binçavkirina 92 kesên ku Hevserokê ESP’ê Mûrat Çepnî û rojnamevan jî hene, li ber Îstasyona Xeta Turnpike kom bûn. Di xwepêşandana ku ji Partizan, ATÎK, ADHK, Meclîsa Gelê Kurd, Alliance Socialist a Haringey, Day-Mer, Gîk-Der, Young Struggle û SKB beşdarî xwepêşandanê bûn, dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bijî hevgirtina şoreşgerî" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Di xwepêşandanê de pankarta ”Dawî li êrîşên faşîst li Tirkiye û Kurdistanê bînin, werin em li dijî faşîzmê bibin yek" hat hilgirtin. Dogan Genç û Sarya Ferguson daxuyaniya hevbeş dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku emperyalîst û çeteyên HTŞ’ê bi taktîkên leşkerî-siyasî êrîşî Şoreşa Rojava dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û SGDF ên ku li Tirkiye û Kurdistanê di navenda alternatîfên şoreşger û sosyalîst ên rêxistinkirî de ne, bûne hedefên sereke yên van êrîşên tasfiyeyê. Hat diyarkirin ku ev operasyon tirsa faşîzmê ji şoreşger û sosyalîstan nîşan didin û hate gotin: "Tu êrîş an dorpêça faşîst nikare me asteng bike. Em ê bi heman biryardariyê van êrîşên faşîst vala derxin û em ê faşîzmê hilweşînin."
Daxuyanî piştî axaftinan, bi çepik û dirûşmeyan bi dawî kir.