Piştî bangewaziya seferberiya navnetewi ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, kampanya ‘Women Defend Rojava’ 31’ê Çileyê ji bo parastina Rojava wek roja çalakiya jinan ragihand. Li gorî vê bangê, jinên Abya Yala xwedî li kampanyaya Women Defend Rojava derketin, hêza xwe birêxistin kirin û li cihên cuda çalakiyên hevpar birêxistin kirin.
Jinên Bogotá, Medellín, Cali (Kolombiya); Santiago, Puebla, Antofagasta (Şîle); Quito, Cuenca (Ekvador); Morelia, Oaxaca, Chiapas, Puebla (Meksîka); Paraguay; São Paulo û Pará (Brezîlya) beşdarî vê bangê bûn û ji bo dîtbar kirina têkoşîna jinên Kurd û teşhîrkirina hovîtiya li dijî jinên Rojavayê Kurdistanê û şervanên YPJ’ê li kolanan çalakiyên cuda lidar xistin. Çêkirina keziyên porê, wekî pratîkek jinên Abya Yala derket pêş û hêza jinê sembolîze kir. Hemû çalakiyên 31’ê Çileyê di dîmenek hevpar de hatin berhevkirin û ev peyam hate dayîn:
“Em piştgirî û tevlîbûna xwe ji bo berxwedana jinên ku li Rojava li dijî hêzên cîhadî yên HTŞ’ê, hikûmeta demkî ya Sûriyê û dewleta Tirk ax û çanda xwe diparêzin, dişînin.”
Di çalakiyên roja 31’ê Çileyê de peyamên sereke yên hatin xwendin ev bûn:
“Yekîtiya jinê her tim hedefa yekem a hêzên hegemonîk bûye; ji ber ku wek jin me dengê xwe bilind kiriye, xwe parastiye û gelên xwe mezin kiriye. Em ji Abya Yala heta Kurdistanê ji bo azadiyê dengê xwe bilind dikin. Hêzên dagirker ên li Kurdistanê ji Kurdistanê derkevin! Bijî têkoşîna gelan!”