TJK-E û KCDK-E ,derbarê meşa ku dê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê, bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de li dar bikeve, daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku komploya 15’ê Sibatê planeke qirêj bû ku armanc dikir bi hevkariya DYE, dewletên Ewropayê û hêzên herêmî Rêber Apo û tevgera azadiya Kurd ji holê rake. Hat destnîşankirin ku ev komplo sûcek li dijî demokrasî, azadî û nirxên mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku êrîşên heyî yên li ser Rojava berdewamiya vê komploya navneteweyî ne û hat destnîşankirin ku êrîşên ku di 5’ê Çileya 2026’an de ji aliyê bermahiyên DAÎŞ’ê ve bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê hatine destpêkirin, armanca wan qirkirina Kurdan bû.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku gel li dora Rêber Apo bûye yek, van êrîşan vala derxistiye û Şoreşa Rojava, berxwedanên li Kobanê û Şengalê di şikandina komployê de roleke girîng lîstine. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo ji bo têkbirina tevahî komployê pir girîng e.
TJK-E û KCDK-E, dan zanîn ku xeta azadiya jinan û "Jin, Jiyan, Azadî" di navenda têkoşînê de ne û hat gotin ku parastina Rojava her çar perçeyên Kurdistanê kiriye yek.
TJK-E û KCDK-E, bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kirin ku bi xurtî beşdarî meşa “Ji Rêber Apo re azadî, ji bo Rojava statû " bibin.