EWROPA
Hemû Nûçe
-
Senator Feraud: Statuya xweser a Rojava nas bikin
Senatorê Fransî Remi Feraud bal kişand ser girîngiya modela Rojava ji bo herêmê û destnîşan kir ku divê statuya xweser a Rojava bê naskirin. Feraud got, "Bêdengî nayê qebûlkirin. Rojava modelek e, ji bo parastina wê divê hewl bê dayin." -
Li Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava didomin
Li paytexta Norwêcê Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava di hefteya duyemîn de jî berdewam kirin. -
Parlamentoya Holandayê, ji YE’yê xwest ku li ser Sûriyê zextê bike
Meclisa Nûneran a Holendayê, ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî Kurd û kêmneteweyan li Sûriyê, ji hikûmetê xwest ku li ser asta YE’yê zexta siyasî û dîplomatîk bike. Ev pêşniyar bi piraniyeke mezin hate pejirandin. -
Li Londra Kurdistaniyan: Rojava ji bo mirovahiyê berxwe dide
Li Londrayê Kurdistanî vê carê li herêma bakur kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyama “Rojava ji bo mirovahiyê berxwe dide. Em jî ji bo Rojava ber xwe bidin” dan. -
Li Torontoyê Çalakî: Medyaya ku Rojava nabîne hate rexnekirin
Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya CBC’yê li Torontoyê protesto kirin û bêdengiya medyaya Kanadayê li hember êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. -
Li Swîsreyê berxwedana Rojava hate silavkirin, bang li çalakiya navendî hate kirin
Li Swîsreyê ku biryara çalakiya bênavber hatiye dayîn, li gelek bajaran bang hate kirin ku piştgiriya gelê Rojava mezintir bikin û bang li meşeke navendî ya li Bernê hate kirin. -
Li Grazê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Garz ê Awusturyayê, êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û dorpêça giran a li ser Kobanê hate protestokirin. -
Pêngava ‘Save the Kurds Act’ ji senatorên DYA’yê
Senatorên DYA’yê Lindsey Graham û Richard Blumenthal, li dijî êrişên li ser Rojava, Pêşniyazzagona Parastina Kurdan amade kirin. -
Meclisa Bajarê Frankfurtê biryara protestokirina dorpêçkirina Kobanê girt
Meclisa Bajarê Frankfurtê dorpêçkirina Kobanê ji aliyê çeteyên Sûriyeyê ve protesto kir û bang li Hikûmeta Federal kir ku ji bo korîdora mirovî û peydakirina alîkariyê ji bo sivîlan bikeve nava hewldanan. -
Li Liverpoolê ji bo Rojava peyama piştevaniya navneteweyî
Li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di çalakiyê de li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk, banga piştevaniya navneteweyî ji bo Rojava hat kirin. -
Li Fransayê seferberiya ‘Rojava biparêze’ bersiveke xurt girt
Di çalakiyên ku di çarçoveta banga ‘Rojava Biparêze’ ya KCK’ê de hate lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û bang li Ewropayê hat kirin ku berpirsyariyê bigre. -
Li Elmanyayê bi hezaran kes li kolanan in: Çav û guhê me li Rojava ye
Li bajarên Elmanyayê bi hezaran kes, li dijî êrişên li ser Rojava bi meş û mîtîngan piştevaniya xwe nîşan dan. Girseya gel diyar kir ku "Çav û guhê me li Rojavayê ye" û destnîşan kirin ku ew ê her derê veguherînin çeperên berxwedanê -
Ji Qibrisê ji bo Rojava bang li YE û NY’ê kirin: Sivîlan biparêzin
Maclisa Qibrisê, êrîşên li ser Kurdên li Rojava wekî binpêkirina qanûna navneteweyî bi nav kir û bang li YE û NY kir ku ji bo parastina sivîlan û misogerkirina alîkariya mirovî bi lez têkevin nav tevgerê. -
Ciwanên enternasyonalîst: Çi dibe bila bibe em ê Rojava biparêzin!
Enternasyonalîstên ku bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava didin, li seranserê cîhanê çalakiyan li dar dixin. Ciwanan destnîşankirin ku ew ê di her şert û mercê de Rojava ku sembola şoreşa jinê û xwişk-biratiya gelan e, biparêzin. -
Jinan ji bo Rojava li Bielefeldê meşiyan
Li Bielefeldê li ser banga TJK-E’yê hêla jinên Kurd û dostên wan ên AElman ve çalakiya piştgiriyê ya ji bo Rojava hat lidarxistin. Berfa zêde jî pêşiya meşa jinan negirt. -
Li Horsensa Danîmarkayê zêdetirî 700 kesî êriş protesto kirin
Li bajarê Horsens ê Danîmarkayê meşek hate li dar xistin û tê de êrişên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protesto kirin. Zêdetirî 700 kesî nerazîbûna xwe nîşanî bêdengiya navneteweyî da. -
Li Strasbourgê çalakiyên bêdem ên ji bo Rojava: Bêdengî hevkarî ye
Çalakiyên bêdem ên li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li Strasbourgê berdewam dikin. Çalakvanan broşûr li raya giştî belav kirin û banga hevgirtina navneteweyî kirin. -
MPKE’yê pêşnûmeya 2642 a derbarê Rojava û parastina kêmneteweyan pejirand
MPKE'yê, li Strasbourgê êrişên li ser Rojava nîqaş kir. Di rûniştinê de pêşniyara biryarê ya bi jimara 2642 bi piraniya denga hate qebûlkirin; di axaftinan de banga çalakiyên lezgîn ji bo parastina Kurdan û kêmneteweyan derket pêş. -
Villy Søvndal bêdengiya YE’yê li ser Rojava rexne kir
Parlamenterê Ewropayê Villy Søvndal nameyek ji Nûnera Bilind a Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya YE’yê Kaja Kallas re şand û bêdengiya YE’yê ya êrîşên li ser Rojava rexne kir û got, "Divê em hevalbendên xwe biparêzin." -
Li Lefkoşayê ji bo Rojava mitîng: Divê YE çavên xwe li vê qirkirinê negire
Gelê Kurd û dostên wan, êrişên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, li Lefkoşayê protesto kirin. Di mîtînga ku partiyên AKEL û Keskan jî beşdar bûn de, Yekîtiya Ewropayê (YE) û civaka navneteweyî ji ber bêdengiya wan hatin rexnekirin. -
Mavrîdîs: Êrîşên li ser Rojava helwesta YE’yê anî ber pirsyarîkirinê
Parlamenterê Ewropayê Costas Mavrîdîs di civîna Komîteya Karên Derve de bêdengiya navneteweyî ya li ser êrîşên li Sûriyeyê rexne kir. Mavrîdîs bal kişand ser pêwîstiya parastina kêmneteweyan û got, "Bêdengî xeletiyek exlaqî û jeopolîtîk e." -
Diyasporaya Ermenan: Tirkiye bêîstîkrariya li Sûriyeyê kûrtir dike
Diyasporaya Ermenan a Ewropayê hişyarî da ku Tirkiye bi rola xwe ya di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bêîstîkrariyê kûrtir dike. -
Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê: Li Rojava krîza mirovahiyê kûrtir dibe
Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU) diyar kir ku êrîşên li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyand ku li herêmê krîza mirovahiyê ya lezgîn û wehîm tê jiyîn. -
Parlamentoya Katalonyayê banga parastina Rojava kir
Parlamentoya Katalonyayê ji bo gelpn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev bang kir: “Ji bo pêşîgirtina li qirkirinek hemberî civaka sivîl, gelê Kurd, Elewî û hemû kêm netewe û olan bi lezgînî tedbiran bigirin.” -
Li Norwichê ji bo Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî hate li dar xistin
Li bajarê Norwich ê Înglandê bi sedan Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava meşeke girseyî li dar xistin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li dora Rojava bibin yek.