Li Basel û Cenevreyê Şehîdên Rojava hatin bibîranîn

Şehîdên berxwedana Rojava, li bajarên Basel û Cenevreyê yên Swîsreyê bi çalakiyên hatin li dar xistin hatin bibîranîn. Di bîranînan de hat destnîşankirin ku xetereya li ser Rojava berdewam dike; bang hat kirin ku yekîtiya neteweyî were mezin kirin.

Kesên ku di êrîşên li ser Rojava de şehîd bûne, li bajarên Basel û Cenevreyê yên Swîsreyê bi çalakiyan hatin bibîranîn. Gelek malbatên şehîdan beşdarî bîranînan bûn.

BASEL

Li salona konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê, bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) ji bo şehîdên Şêxmeqsûd û Rojava bîranîn hat li dar xistin. Siyasetmedar Fuat Kav ê ku beşdarî bîranînê bû, diyar kir ku xetereya li ser Rojava berdewam dike û destnîşan kir ku divê her kes baldar be.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Mistefa Karahan axivî û diyar kir ku ew di serî de di kesayetiya Fermandarê şehîdên Helebê Ziyad Heleb û şehîdê yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Hêmin de li ber hemû şehîdan bi rêzdarî ditewin. Karahan anî ziman ku komkujiyên li ser gelan di dirêjahiya dîrokê de berdewam kirine, lê şehîdên Heleb û xwerêveberiyê li dijî komploya dawî canê xwe feda kirine û pêşî li vê qirkirinê girtine û got, “Em minnetdarê şehîdên xwe ne.”

Malbatên şehîdan ên ku beşdarî bîranînê bûn jî axaftinên kurt kirin. Siyasetmedar Fuat Kav jî geşedanên li Rojava nirxand û got, “Kesên ku di dema dawî de şehîd bûne, bi fedaîtiya xwe xwedî cihekî taybet in. Van şehîdan ji bo ku careke din komkujiyên Agirî, Zîlan, Palu û Dersimê neyên jiyîn, xwe feda kirin.”

Kav diyar kir ku Rêber Apo dema êrîşan dest pê kir di derbarê vê pêvajoyê de bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîne û her tim bang li gelê Kurd kiriye ku xwe bispêre hêza xwe ya cewherî.

Kav got, “Niha bêdengiyek heye lê xetere derbas nebûye,” û destnîşan kir ku bi çalakiyên dawî yên Rojavayê hişmendiya neteweyî ya gel xurt bûye û divê ev hişmendî hîn bêtir were mezin kirin.

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyona ku jiyana şehîdan vedigot, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

CENEVRE

Ji bo şervanên ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji 6ê Rêbendanê ve berdewam dikin de dema li ber xwe didan di dîrokên cuda de şehîd bûne, li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê çalakiyek hat li dar xistin.

Di bîranîna ku bi pêşengiya KOMAWê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat li dar xistin de; di kesayetiya Ehmed Hêmin Omer, Dilbirîn Qamişlo, Leyla Qasim, Gerîla Amara, Ziyad Heleb, Deniz Çiya, Feraşîn Efrîn û Haşim Dêrik de qehremanên berxwedana Rojavayê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir. Axaftina yekemîn ji hêla Berdevkê KOMAWê yê Cenevreyê Îbrahim Yuksel ve hat kirin. Yuksel diyar kir ku ew şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin û got, “Em ê layîqî şehîdan bin û em ê armancên wan teqez pêk bînin.”

Yuksel pêvajoya li Rojavayê wekî “komploya navneteweyî ya duyemîn” pênase kir û destnîşan kir ku destkeftî bi berxwedan û xweparastina gel hatine bidestxistin.

Siyasetmedar Nurettin Turgut jî di kesayetiya Fermandar Ziyad Heleb de hemû şehîd bi bîr anîn. Turgut diyar kir ku têkoşîn li çar parçeyên Kurdistanê bi berdêlên giran berdewam dike û got ku divê li gorî armancên şehîdan têkoşîn were mezin kirin.

Turgut bal kişand ser êrîşên ku di dema dawî de li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tên kirin û destnîşan kir ku ew van êrîşan qebûl nakin. Turgut gotina Rêber Apo ya “Rojava xeta min a sor e” bi bîr xist û diyar kir ku divê xwedî li paradîgmaya modernîteya demokratîk bê derketin.

Di bîranînê de li ser navê malbata Haşim Dêrik, Aydin Îçmen axivî û diyar kir ku şehîd nirxên hevpar ên hemû gel in.

Piştî nîşandana sînevîzyonê, bîranîn bi bangên geşkirina piştgiriya bi berxwedana Rojavayê re û bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.