Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi sernavê “Ji bo Jiyaneke Azad ber bi Yekîtiya Netewî” civîneke gel hat lidarxistin. Civîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê hat kirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Rojava dest pê kir.
Di civînê de Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û siyasetmedar Îdrîs Baluken wekî axaftvan beşdar bûn. Di civînê de êrîşên li ser Rojava yên ji 6’ê Rêbendanê û vir ve, dorpêça Kobanê, rola hêzên navneteweyî û berteka neteweyî ya gelê Kurd hatin nirxandin.
‘HER ÇEND ARMANC CUDABIN JÎ, BIRYARA HEVPAR QIRKIRINA KURDAN BÛ’
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok, êrîşên li ser Rojava yên piştî peymana li Parîsê hatibû îmzekirin nirxandin. Gok diyar kir ku peymana di 6’ê Rêbendanê de hatiye îmzekirin bi armanca avakirina pergaleke nû li Rojhilata Navîn hatiye kirin û di vê pêvajoyê de qirkirina gelê Kurd hatiye plankirin. Gok destnîşan kir ku her çend ajandeyên Tirkiye, Îsraîl, Misir, Qatar, DYA, Îngiltere, Elmanya û Fransayê cuda bin jî, xala ku ew li ser li hev kirine qirkirina Kurdan e û got ku ev yek Komploya 15’ê Sibatê tîne bîra mirov.
Gok anî ziman ku êrîşên li ser Rojava konsepteke wisa ye ku tevahî gelê Kurd dike hedef; wî diyar kir ku hêzên navneteweyî ji HTŞ’ê re çira kesk vêxistine û dewleta Tirk jî êrîş koordîne kirine. Gok diyar kir ku di 17’ê Rêbendanê de bi Rêber re hevdîtin hatine kirin û name hatine şandin; wî got ku vekişîna QSD’ê ji hin herêman bi biryara hevpar a Rêveberiya Herêma Kurdistanê, QSD û Rêber Apo pêk hatiye.
Gok destnîşan kir ku îradeya ku gel li kolanan nîşan daye li ser maseyê jî rû daye û peymana 30’ê Rêbendanê encama vê berxwedanê ye. Gok got, “Polîtîkaya înkarê bi ruhê neteweyî bi dawî bû, lê xetereya tunekirinê berdewam dike. Divê têkoşîn bidome.”
‘RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ ENDEZYARIYA SIYASÎ YA PARÎSÊ HILWEŞAND’
Siyasetmedar Îdrîs Baluken jî bi bibîranîna şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest bi axaftina xwe kir. Baluken diyar kir ku hêzên li pişt komploya 15’ê Sibatê îro jî di navenda êrîşên li ser Rojava de ne û bi peymana li Parîsê hatî kirin re hatiye xwestin ku herêm ji Kurdan were paqijkirin.
Baluken destnîşan kir ku bi êrîşên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê "doktrîna şokê" li ser gelê Kurd hatiye sepandin, lê sekna Kurdan ev konsept pûç kiriye û rê li ber şerê gengaz ê Kurd-Ereban girtiye.
Baluken diyar kir ku di 18’ê Rêbendanê de teslîmiyet li ser Kurdan hatiye ferzkirin, lê berxwedana Kurdan a li seranserê cîhanê ev plan pûç kiriye. Wî got ku ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurd bi berxwedana li qadê re bûye yek û endezyariya siyasî ya ku li Parîsê hatibû avakirin, hilweşandiye.
Baluken bal kişand ser peymana ku di 30’ê Rêbendanê de di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin û diyar kir ku her çend ev meten ne kamil be jî, ji bo astengkirina guhertina demografîk û qirkirina Kurdan girîng e. Baluken destnîşan kir ku peymanê planên demografîk ên li herêmên wekî Efrîn û Serêkaniyê pûç kirine û ji bo vegera Kurdan zemîn amade kiriye.
Baluken di dawiyê de bal kişand ser ku êrîşên li ser medyaya dîjîtal ên li dijî pêşengên gelê Kurd û destkeftiyên li Rojava beşeke ji konsepteke zanyarî ne û got ku divê mirov li hemberî van êrîşan hişyar be.
Civîna gel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.