BI DÎMEN

Kurdistanî li Koln û Saarbruckenê ji bo Rojava daketin qadan

Di meş û mitîngên girseyî yên li Koln û Saarbruckenê de daxwaza naskirina statuya Rojava û tavile rakirina dorpêça li ser Kobanê hat kirin û ji bo misogeriya destûrî îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî hat kirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê, ji bo piştevaniya bi Rojava re, daxwaza naskirina statuya Rojava û tavile rakirina dorpêça li ser Kobanê, çalakiyên girseyî li dar xistin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve ji bo piştevaniya bi Rojava re meşekî girseyî hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya stasyona trenê ya serkee li hev civiyan, alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd Yek e” berzkirin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê yên ku ji bo piştevaniyê çûbûn Rojava jî piştgirî dan meşê. Girseyê tevî dirûşmeyan dest bi meşê kir û heta Ebertplatzê meşiya. Li vir, geşedanên dawî yên derbarê Rojava de bi Elmanî bi raya giştî ya Elman re hate parvekirin.

Piştre, hunermend Xelîl Xemgîn axivî. Xemgîn destnîşan kir ku ji bo misogerkirina statuya Rojava bi destûra bingehîn, girînge ku siyaseta Kurd bi hev re tevbigere.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”“Ji Rojava re statu” bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Kurdistanî û dostên wan ên li Landwehrplatza navenda bajarê Saarbruckenê li hev civiyan, bi daxwaza dawîkirina dorpêça li ser Kobanê, li navenda bajêr meşiya. Di çalakiyê de îşaret bi qutbûnên av û kehrebeyê yên li Kobanê hat kirin.

Girseya ku ji navenda bajar dest bi meşê kirin, di tevahiya meşê de destnîşankirin ku divê Kobanê bi tenê neyê hiştin.

Girseyê piştî meşê dirûşmeyên bi Tirkî, Kurdî û Elmanî berz kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Solidarität mit Kobanê”, “Stoppt die Belagerung von Kobanê”, “Kobanê ne tenê ye”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bila dorpêç were rakirin”, “Gelê Kurd yek e“ hatin berzkir û banga rakirina dorpêçê kir.

Girseyê piştî meşê, li Landwehrplatz kom bû û mitîngek li dar xist. Di axaftinên mitîngê de hate destnîşankirin ku tiştên ku diqewimin ne tenê pevçûneke herêmî ye, krîza mirovî ye ku rasterast sivîlan hedef digre û banga berpirsyariyê li saziyên navneteweyî û hikûmeta Elman hate kirin.

Meş û mitîng bi peyama wê piştevaniya bi Kobanê re dewam bike, bi dawî bû.