BI DÎMEN

Şehîdên berxwedanê li banliyoyên Parîsê hatin bibîranîn: Mirateyeke birûmet li pey xwe hiştin

Li banliyoyên Parîsê; Villiers-le-Bel, Drancy, Villeneuve-Saint-Georges û Evryyê, Ziyad Heleb û hevalên wî yên ku di berxwedana Helebê de şehîd bibûn hatin bibîranîn. Di bîranînan de hat destnîşankirin ku berxwedana Rojava planên qirkirinê pûç kirine.

Li banliyoyên paytexta Fransayê Parîsê; Villiers-le-Bel, Drancy, Villeneuve-Saint-Georges û Evryyê, di şexsê Ziyad Heleb û hevalên wî yên ku di berxwedana Helebê de nemir bûn, ji bo hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin li dar xistin.

VÎNA APOYÎ PLANÊN DAKIRKERİYÊ PÛÇ KİR

Yek ji rawestgehên sereke yên bîranînan Villiers-le-Bel bû. Li vir tevî berxwedêrên Helebê, gerillaya YJA STARê Zenda Bermal (Zîlan Şahin) jî ji ber salvegera şehadeta xwe hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî û Meclîsa Gel a Villiers-le-Belê pêk hat û malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî tevli bûn.

Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan di bîranînê de axivî, silav li sembolên berxwedana Helebê Ziyad Heleb, Deniz Çiya û Ehmed Hêmin kir. Dogan bal kişand ser ruhê berxwedanê yê li Rojava û got: “Şervanên berxwedana Rojava, tevî ku hejmara wan kêm bû jî, bi vîneke fedayî li hemberî hêzên dagirker sekinîn. Kesên ku tunekirina gelê Kurd dikin armanc, her carê li dîwarê berxwedan û vîna Apoyî diqelibin.”

ZEXTA QIRKIRINÊ BI BERXWEDANÊ HATE PARÇE KIRIN

Li ser navê KOMAW’ê Bedrettin Kavak jî axivî û destnîşan kir ku berxwedana li Rojava ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî û stratejîk e. Kavak got: “Bi saya berxwedana birûmet a li Rojava, konsepta qirkirinê ya ku li ser gelê me dihat ferz kirin hat parçe kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê rabûna gel, riya azadiyê vekiriye.” Kavak diyar kir ku Ziyad Heleb û hevalên wî ji bo hemû gelê Kurd mîrateyeke sekna birûmet hiştine.

LI BANLİYOYÊN DIN JÎ BÎRANÎN HEBÛN

Li Drancyê ku cihekî din ê bîranînan bû, di axaftinan de hat gotin ku êrişên li ser Rojava berdewamiya Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ne, lê bi saya kevneşopiya berxwedanê ya Rêber Apo hatine pûçkirin.

Di merasîmên li Villeneuve-Saint-Georges û Evryyê de jî bal hat kişandin ser berxwedana gel ku zêdetirî mehekê ye li kolanên Ewropayê berdewam dike. Di axaftinan de hat diyarkirin ku berxwedana Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bûye peyama azadiyê.

Merasîmên bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bûn.