EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Darmstadtê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bi girseyî meşiyan
Li Darmstadt a Elmanyayê ji bo 1’ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê, meşek girseyî hat lidarxistin û daxwaza statuya Rojava hat kirin. -
Ciwanên Kurd ji bo Rojava li Zurîhê standa agahdariyê danîn
Ciwanên Kurd ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re li Zurîhê standa agahdariyê danîn. Di çalakiyê de banga piştgiriya ji bo kampanyaya alîkariyê ya ku ji hêla Heyva Sor a Kurd ve hatiye destpêkirin hat kirin. -
Li Sydneyê çalakiya piştgiriyê ya bi Rojava re: Mirovatî bi we re ye
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, li bajarê Sydneyê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û peyamên piştevaniyê ji bo gelê Kurd hatin dayîn. -
Li Montrealê êrişên li ser Rojava hatin protesto kirin
Di meşa girseyî ya ku li Montrealê hate li dar xistin de, bang hate kirin ku ji bo gelê Kurd li ser axa xwe bi azadî û di ewlehiyê de bijî, divê HTŞ ya ku herêmê ber bi bêîstîkrariyê ve dikişîne were rawestandin. -
Li Osloyê Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava li qadan bûn
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li paytexta Norwêc Osloyê, bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meş û mîtîngek lidar xistin. Di çalakiyê de peyamên yekîtî û berxwedanê hatin dayîn. -
Li Torontoyê Meşa Roja Cîhanî ya Rojava
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava de, çalakiyên ku li gelek bajarên Kanadayê didomin, îro li Torontoyê bi meşeke girseyî gihîştin lûtkeyê. Gelê ku beşdar bû, peyama “Heta Rojava statû bigire kolanên Kanadayê yên me ne” da. -
Nobeta bêdem a li Draguignanê jinan dewr girt
Konê berxwedanê yê bêdem a ku ji bo piştgiriya Rojava li Draguignan a Fransayê hatibû danîn, di roja 9’an de ye. Jinên ku nobet dewr girtinbanga hevgirtinê kirin. -
Li Anvers, Graz û Villachê çalakiyên, “Rojava Biparêze” hatin lidarxistin
Di çalakiyên li Anvers, Graz û Villachê de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û daxwaza statuyê ji bo Rojava hate kirin. -
Li Brîtanyayê Kurdistaniyan li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî li dar xistin
Li bajarên Newcastle, Edinburgh, Cardiff, Exeter, Coventry, Cambridge û Leedsê bi hezaran kesî êrîşên li ser demokrasiya bingehîn û şoreşa jinê ya Rojava protesto kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku piştgiriyê bidin. -
Li Elmanyayê bi konvoy, meş û mitîngan çalakiyên piştevaniyê ji bo Rojava
Kurdistanî li bajarên Hannover, Hattingen û Villingen-Schwenningen ên Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya wê, çalakiyên konvoya bi wesayîtan, meş û mitîngan li dar xistin. -
Li Linz û Viyanayê meşa ji bo Rojava: Yekîtî û piştevanî pir girîng e
Li bajarê Linz ê Awistiralyayê, bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û piştevaniya bi gel re, meşiyan. Di meşê de îşaret bi krîza mirovî ya ji ber dorpêça li Kobanê û derdora wê hat kirin. -
Li Rapperswilê meşa piştevaniya bi Rojava re
Kurdistaniyên li bajarê Rapperswil ê Swîsreyê dijîn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û xwestin peymana di navbera Şam û Rêveberiya Xweser a Rojava de were pêkanîn. -
Li Fransayê Kurdistaniyan êrişên li ser Rojava protesto kirin
Li bajarên Nice, Bordeaux, Avignon, Strasbourg û Lyonê bi hezaran kesî li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞê meşiyan û banga piştevaniya ji bo gelê Rojava kirin. -
Li Frankfurtê ciwanên enternasyonalist li ser Rojava nîqaş kirin
Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê, nêzî 40 ciwanên enternasyonalist ji bo nirxandina geşedanên siyasî û civakî yên li Rojavayê Kurdistanê, di semînerê de hatin cem hev. -
Li Londonê bi hezaran Kurdistanî ji bo Rojava daketin qadan
Li paytexta Înglandê Londonê, bi hezaran Kurdistaniyên ku careke din hatin cem hev, bi meş û mîtîngê peyama “Bijî Berxwedana Rojava” dan û diyar kirin ku heta statûya Rojava neyê mîsoger kirin, ew ê "berxwedanê bidomînin". -
Kurdistanî li Nice û Bordeauxê êrîşên li ser Rojava protestokirin
Bi hezaran kes li Nice û Bordeauxê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê meşiyan û banga piştevaniyê ji bo gelê Rojava kirin. -
Li Freiburg û Mannheimê civînên gel
Di çalakiyên ku li bajarên Freiburg û Mannheim ên Elmanyayê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê hatin lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava û parastina destkeftiyên gelê Kurd, hatin nîqaşkirin. -
Li Hamburg û Kolnê bi daxwaza statûya Rojava meş hate li dar xistin
Li bajarên Hamburg û Kolnê yên Elmanyayê bi hezaran kesî êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyama “Heta statûya xweser a Rojava neyê naskirin, em ê berxwedana xwe ya bênavber bidomînin” dan. -
Li Sionayê çalakiya piştevaniya Rojava: Metirsî hîna heye, berxwedan dewam dike
Li bajarê Sion ê kantona Valais/Wallis a Swîsreyê, bi armanca piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin. -
Li Lorientê çalakiya Rojava: Têkoşîn wê heta ji holê rakirina gefan dewam bike
Kurdistanî û dostên wan ên li Lorientê daketin qadan, diyarkirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de serî li hemberî înkar, komkujî û komployan netewandiye û destnîşankirin ku ew ê ji bo Rojava qadan neterikînin. -
Li Qibris û Hollandayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li bajarê Limasol ê Qibrisê û li bajarê Groningen ê Hollandayê, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî Rojava hatin protestokirin. -
Li Berlînê eleqeya ji bo panela ‘Li Rojava çi diqewime?’
Li paytexta Elmanya Berlînê panela “Şoreşa navbera berxwedan û şer: Li Rojava çi diqewime?” hate lidarxistin. Eleqeyeke zêde nîşanî panelê hate dayîn. -
Înîsiyatîfa Hêvî hate damezrandin
Li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên Înîsiyatîfa Hêvî konferansek hate lidarxistin. -
Li Hannoverê meşa bi heybet a ji bo Rojava
Kurdistanî û dostên wan ên li Hannoverê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyan ên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê meşiyan. -
Li Vancouverê çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava re
Li bajarê Vancouver ê Kanadayê, bi armanca bi piştgiriya bi Rojava re çalakiyek hate lidarxistin.