BI DÎMEN

Li Marsîlyayê protestoya 15’ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû

Li Masîlyayê bi hezaran kes di salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî de ji La Canebière heta Vieux-Port meşiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina statuya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku li hemberî Rêber Apo hat kirin li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi meş û mîtîngek girseyî hat protestokirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan di saetên nîvro de ji Marsîlya, Draguignan, Marignane û Montpellierê hatin, li Qada La Canebière kom bûn.  Di çalakiyê de dewletên navneteweyî yên ku di 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê Rêber Apo korsanwarî girtin û radestî Tirkiyeyê kirin, hatin protestokirin. 

Di çalakiya ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” hat lidarxistin de posterên Rêber Apo û pankarta “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû" hat hilgirtin. Di meşa ku jin û ciwanan berşdar bûn de dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe", "Liberté pour Ocalan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Meş heta Vieux-Portê berdewam kir. Di meşê de  şêniyên herêmê bi lêdana çepikan piştgiriya xwe nîşan dan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Başûrê Fransayê (FKDK-BF) Yilmaz Serhed di çalakkyê de axivî û bal kişand ser xwepêşandanên ku ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve bênavber berdewam dikin û şehîdên ”Hûn nikarin Roja me tarî bikin”bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. Serhed diyar kir ku êrîşên li ser Rojava parçeyek ji komploya nû ye û  anî ziman ku wê xwedî li paradîgmaya civaka demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve ji bo Rojhilata Navîn hatî pêşxistin derkevin.

Piştre Berdevkê Têkiliyên Derve yê Meclisa Gel a Marsîlyayê Salih Azad bi Fransî axivî û diyar kir ku hewl tê dayîn ku destketiyên li Rojava bi fermî neyên naskirin û di salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî de daxwaza naskirina mafê çarenûsî yê gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dayîna statuya siyasî ji Rojava re dikin.

Di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) ya bi zimanê Fransî hat xwendin. TJKE bi bîr xist ku Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û ji bo ji pirsgirêka Kurd re çareseriyek aştiyane bibîne berê xwe da Ewropayê, lê wekî "persona non grata" hat ragihandin û deriyên siyasî ji bo Rêber Apo hatin girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêber Apo ku di 15’ê Sibata 1999’an de ji Sefaretxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê anîne Tirkiyeyê, ji wê demê ve li Girava Îmraliyê di tecrîdeke dijwar de tê ragirtin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêvajoya diyalogê ya heyî veguhere muzakereya aştiyê yên fermî pêwîst e Rêber Apo azad bibe û bi gotina "Di şert û mercên tecrîdê de aştî nayê bidestxistin”, daxwaza demildest berdana Rêber Apo hat kirin.