Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi dirûşma “Dorpêça li ser Kobanê bê rakirin, statuya Rojava bê naskirin” mîtîngek hatE li dar xistin.
Bi sedan kes beşdarî mîtînga ku li qada Kiliansplatzê hat li dar xistin bûn. Di qada çalakiyê de pankartên ku balê dikişînin ser êrişên li dijî Rojava hatin vekirin û alayên YPJ û YPG’ê hatin hildan.
Di axaftina ku bi almanî hat kirin de hat diyarkirin ku gefên êrîşan ên li ser Rojava berdewam dikin. Hat destnîşankirin ku tevî peymana agirbestê ya bi rejîma demkî re ku 23 roj in hatiye kirin, hêzên HTŞ’ê dorpêça li dora Kobanê didomînin. Hat ragihandin ku ji ber dorpêçê, bi sed hezaran mirov bi pirsgirêkên giran ên mirovî, bi taybetî jî di mijara tenduristiyê de rû bi rû ne.
Axivêran bang kirin ku dorpêç demildest bê rakirin û alîkariyên mirovî yên pêwîst bên gihandin. Her wiha hat gotin ku gelek welat li ser statuya Rojava nîqaş dikin; ev nîqaş erênî ne û divê statuya Rojava bêyî derengî bê naskirin.