Şaredariya Cenevreyê: Divê Rojava nebe qurbana berjewendiyên jeopolîtîk

Şaredariya Cenevreyê destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên jeopolîtîk bi tenê hiştina gelê Kurd nayê qebûlkirin û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina Rojava bikeve tevgerê.

Bertekên navneteweyî yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên komên çete yên HTŞ-DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan, berdewam dikin. Herî dawî, Organa Rêveber a Şaredariya Bajarê Cenevreyê Conseil administratif de la Ville de Genèveê, êrîşên li ser Rojava şermezar kir û bang li Swîsre û civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina Rojava bikevin tevgerê.

KRÎZEKE MEZIN A MIROVÎ TÊ JİYÎN

Di daxuyaniya ku ji aliyê Organa Rêveber a Şaredariya Bajarê Cenevreyê ve hatî dayîn de, bal hat kişandin ser kûrbûna krîza mirovî ya ji ber êrîşên dagirkeriyê û wiha hat gotin:

“Ji destpêka meha Çileyê ve, li dijî Rojava ya ku li rojhilat û bakurê Sûriyeyê cih digire û ji sala 2013’an ve xwedî rêveberiya xwe ya xweser e, ji aliyê rêveberiya Şamê û hevalbendên wê ve bi armanca dubare girtina kontrola herêmê, êrîşên leşkerî tên meşandin. Ev êrîş bûne sedema krîzeke mezin a mirovî ku aramiya herêmê dixe xetereyê. Bûye sedema tevgerên nifûsê yên girseyî û jiyana xwe ji dest dana bi sedan kesan.”

BERTEKÊN NAVNETEWEYÎ KÊM IN

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hikumeta Şamê li gorî agirbestên hatine ragihandin tevnegeriyaye û hat gotin: “Tevî agirbestên li pey hev, rewşa li qadê bi fikar berdewam dike; projeya Kurdistana xweser bi awayekî cidî ketiye metirsiyê. Di vê çarçoveyê de, dema ku civakên Kurd balê dikşînin ser herikîna dramatîk a geşedanan û seferber dibin, bertekên navneteweyî ne li gorî giraniya rewşê ne û qadeke fireh ji rêveberiya Sûriyeyê re dihêle ku projeya xwe ya avakirina otorîter bidomîne.”

Di daxuyaniyê de behsa têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê jî hat kirin û hat destnîşankirin ku Kurd îro ji ber berjewendiyên jeopolîtîk bi tenê hatine hîştin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hinek welatên ku duh Rojava di çarçoveya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de wekî hevalbendekî bikêr didîtin, îro ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk ew bi çarenûsa wan re rûbirû hîştine.”

BANGA TEVGERÊ HATE KIRIN

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Swîsre ku cihê îmzekirina Peymanên Cenevreyê ye, di vê xalê de xwedî berpirsyariya bilindkirina dengê xwe û bûyîna mînak e. Li hemberî giraniya rewşa li Rojava, Konseya Rêveber bang li Konseya Federal a Swîsreyê dike ku êrîşên li ser Kurdan şermezar bike û hemû derfetên di destê xwe de ji bo pêkanîna hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi kar bîne.”

MEHMET ÎLKHAN: DAXÛYANİYEK KU BI CENEVREYÊ RE SÎNORDAR NÎN E

Nûnerê Navenda Mafên Mirovan a Kurd a Cenevreyê Mehmet İlkhan, daxuyaniya Şaredariya Bajarê Cenevreyê ji ANF’ê re nirxand û bal kişand ser girîngiya siyasî û dîplomatîk a vê daxuyaniyê.

İlkhan destnîşan kir ku Cenevre ne tenê bajarekî Swîsreyê ye; ew yek ji navendên herî girîng ên dîplomasiya navneteweyî ye ku mazûvaniya ofîsên Neteweyên Yekbûyî, gelek saziyên navneteweyî û mekanîzmayên mafên mirovan dike. İlkhan diyar kir ku ji ber ku navenda gelek saziyên mirovî û dîplomatîk, di serî de Xaçê Sor a Navneteweyî li vir e, Cenevre di warê hiqûqa mirovî ya navneteweyî de bûye navendeke hem sembolîk û hem jî fîîlî. Ji ber vê yekê, İlkhan got ku daxuyaniya şaredariyê nabe wekî daxuyaniyeke asayî ya rêveberiyeke herêmî bê dîtin.

İlkhan anî ziman ku ev peyama ji Cenevreyê, di heman demê de bangeke xurt e ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û berpirsyariya mirovî de hatî kirin û wiha got: “Ev daxuyaniyek e ku di serî de ji bo Swîsreyê û ji bo hemû civaka navneteweyî wekî bi bîrxistinekê ye ku gavên berbiçav biavêjin.”