Komploya 15 Sibatê li Krasnodarê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li gundê Starovelcki yê bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, komploya navneteweyî hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li gundê Starovelcki yê bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, komploya navneteweyî hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên ku li gundê Starovelcki yê bajêrê Krasnodar ê Rûsyayê dijîn, bi daxuyaniyekê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê rûspiyê Kurdan ê herêmê Siyabend Şaxbazov ve hat xwendin.
Şaxbazov got: “Gelê Kurd li her derê cîhanê komploya 15’ê Sibatê şermezar dike. Em divê bi hev re dengê xwe bilind bikin û yekîtiyê ava bikin. Serokên Kurd divê bibin yek û li dijî her cûre komployan bi hev re bisekinin.”
Di daxuyanî de her wiha bang li dewletên navnetewî hat kirin ku li dijî van komployan rawestin û hesabê wan bipirsin. Şaxbazov destnîşan kir ku sedsala 21’an sedsala gelê Kurd e û divê maf û hebûna gelê Kurd were naskirin.
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.