BI DÎMEN

Mazlûm Ebdî: Em li ser mijarên entegrasyonê axivîn

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio re daxuyanî da û diyar kir ku wan li ser mijarên entegrasyonê nîqaş kirine.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebd, Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio re civiyan. 

Mazlûm Ebdî piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê jî di hevdîtinê de amade bû û got, "Civîn bi giştî baş derbas bû. Me li ser mijarên entegrasyonê nîqaş kir. Me li ser rewşa Sûriyeyê û pêşeroja Sûriyeyê axivî. Bi giştî, baş derbas bû."

Mazlûm Ebdî li ser pirsa rewşa Rojava jî wiha bersiv da: "Agirbest heye û hin pirsgirêk jî hene. Em hewl didin ku van pirsgirêkan çareser bikin."