Mazlûm Abdî û Îlham Ehmed bi Serokkomarê Fransayê re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, li Munîhê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hatin cem hev.

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Abdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinek pêkanîn.

Di hevdîtinê de Abdî û Îlham Ehmed bal kişandin ser girîngiya berdewamiya piştgiriya navneteweyî ji bo misogerkirina pêkanîna peymana 29’ê Rêbendanê û bicihanîna xalên wê; her wiha diyar kirin ku ev yek dê xizmeta pêvajoya entegrasyonê û îstîqrara Sûriyeyê bike.

Serokkomar Macron jî destnîşan kir ku Fransa dê di vê çarçoveyê de xebat û hewildanên xwe bidomîne. Macron, pesnê rola HSD’ê ya di têkoşîna dijî terorê, dabînkirina ewlehiyê û bihêzkirina îstîqrara herêmê de da.