Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya DYE’yê re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya DYE’yê re civiyan û têkildarî siberoja Sûriyeyê nîqaş kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ku beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn, hevdîtinên xwe yên bi nûner, serok û rêveberên welatan re didomînin.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li odeyek konferansê bi endamên Kongreya Emerîkayê re civiyan û hat zanîn ku li ser geşedanên li Rojava û Sûriyeyê axaftin û nîqaşan kirin e. Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî jî amade bû.

Her wiha Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li konferansê bi Serokkomarê berê yê Iraqê û Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih re jî hevdîtinek pêk anîn.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed duh êvarê jî bi Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Marco Robio û Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron re hevdîtin pêk anîbûn.