Mitînga Strasbourgê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e
Omer Ocalan di mitînga ku bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê hate lidarxistin de axivî û got ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.
Omer Ocalan di mitînga ku bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê hate lidarxistin de axivî û got ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li hev kom bûn, bi daxwaza ‘’Ji Rêber Apo re azadî ji Rojava re statu’’ meş û mitîngeke girseyî li dar xistin. Gelê ku li ser Boulevard û Lyonê kom bû, di tevahiya meşê de posterên Rêber Apo û alên YPJ/YPG’ê hilgirtin. Di refên herî pêş ên meşê de wêneyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê cih girtin. Kurdistaniyan di tevahiya meşê de bi coşeke mezin dirûşmeyên; "Bîjî Serok Apo" "Bê Serok Jiyan Nabe" "Yek e Yek, Gelê Kurd Yek e" û "Bîjî Berxwedana Rojava" berz kirin û heya qada mitîngê meşiyan. Deh hezarên ku gihîştin qadê, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyekê rêz girtin û sirûda Ey Reqîb xwendin.
Di mitîngê de Selma Surer li ser navê Tevgera Jinên Kurd û Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever jî axaftinek kirin. Selma Surer diyar kir ku gelê Kurd ev 27 sal in li Ewropa û çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşe û ev yek anîn ziman: ‘’Gelê Kurd, azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dîtiye û heya Rêbertî azad dibe di têkoşîna xwe de bi biryar e.’’
Engîn Sever jî bang li Parlamentoya Ewropayê, YE’yê û CPT’yê kir û daxwaz kir ku hiqûq were sepandin. Engîn Sever diyar kir ku êdî nabe ku azadiya Rêber Apo were taloqkirin.
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axaftinek kir. Omer Ocalan diyar kir ku 100 salan beriya niha mafên gelê Kurd hatine xespkirin, di sedsala nû de heman nêzîkatî berdewam dike û destnîşan kir dixwazin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin.
Omer Ocalan piştre anî ziman ku komploya li Rojava xistin dewrê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dîtin û beriya wê hişyarî dane û ji bo pûçkirina komployê Rêber Apo ketiye dewrê û di gelek qadan de têkoşiyaye. Omer Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya 27 salan beriya niha li ser Rêber Apo xistin dewrê, roja îroyîn dubare li Rojava xistine dewrê û got ku divê gelê Kurd baldar be. Omer Ocalan herî dawiyê destnîşan kir ku ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî gelê Kurd îradeyeke mezintir nîşan dide û got ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gele Kurd e.