BI DÎMEN

Meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’ destpê kir

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê meşa “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” tê lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” meşeke girseyî lidar dixin.

Gel li Boulevard de Lyon kom bû, posterên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê hildan û dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Gel wê heya Place de ètoile bimeşe ku wê li wir mîtîng were lidarxistin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, nûnerên KCDK-E û TJK-E’yê û nûnerên saziyên din wê di mîtîngê de baxivin.

Hunermend Comert û Nûarîn jî wê stranên berxwedanê vebêjin.