Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hûrguliyên civîna Marco Rubio ya di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de parve kir. Rubio di vê çarçoveyê de bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Abdî, Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Şebanî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Îlham Ehmed re civiya.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Tommy Pigott daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku Rubio di hevdîtinê de destnîşan kiriye ku DYA piştgiriyê dide Sûriyeyeke bi îstîkrar ku bi cînarên xwe re di nava aştiyê de bibe û mafên hemû pêkhateyên etnîkî û olî bên parastin.
Pigott ragihand ku Rubio, pabendbûna hikûmeta demkî ya ji bo hevkariya bi DYA û Koalîsyona Navneteweyî re di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi kêfxweşî pêşwazî kiriye. Her wiha hat destnîşankirin ku girîng e peymana agirbesta mayînde û peymana entegrasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî ku rêz li maf û ewlehiya hemû Sûriyeyiyan bê girtin, pêk were.