BI DÎMEN

Aktîvîsta Îtalî Paolinelli: Parastina Rojava berpirsyariyeke jiyanî ye

Viola Paolinelli diyar kir ku aktîvîstên Îtalî wê êrişên li ser Rojava ti carî qebûl nekin û got, "Yên ku beriya 10 salan têk çûn dîsa li meydanê ne. Ji bo me berxwedan bi dawî nebûye. Parastina Rojava berpirsyariyeke jiyanî ye."

Li hemberî êrişên komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê yên li dijî Rojava, ji raya giştî ya navneteweyî nerazîbûn dewam dike. Ji 6'ê Çileyê dema destpêkirina êrişan û vir ve di serî de Ewropa li gelek deverên cîhanê bi milyonan mirov daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin.

Yek ji van navendan jî Îtalya ye. Kurdistanî û dostên wan ên li Îtalyayê 14'ê Sibatê li Roma, Milano û Sardegneyê wê meşên girseyî lidar bixin. Li Şaredariya Mantovayê jî bi beşdariya siyasetmedaran wê paneleke berfireh li ser bûyerên li Kurdistanê bê lidarxistin.

Aktîvîsta Îtalî Viola Paolinelli têkildarî êrişên li ser Rojava û çalakiyên roja Şemiyê yên bi pêşengiya Îtaliyan bêne lidarxistin ji ANF'ê re axivî.

Viola Paolinelli anî ziman ku êrişên li ser Rojava nû nîne, ji roja destpêkê ve ji bo tinekirina sîstema li herêmê hatiye avakirin êriş têne kirin û got, "Dijminên ku beriya 10 salan li hemberî Kurdan têk çûn îro bi nav û kincên cuda careke din Rojava dikin hedef. Di navbera dijminê beriya deh salan û yê îro de ti cudahî nîne. Tenê rûyê wan guherî ye, lê mejiyê wan, rêbaz û hovîtiya wan bi heman rengî ye."

Aktîvîsta Îtalî Paolinelli diyar kir ku li gel êrişên dagirkeriyê û konsepta navneteweyî berxwedana gelê Kurd û piştevanên wan ti carî bi dawî nebûye û bi dewamî got, "Yek ji taybetmendiyên herî zana yê ku dîrokê nîşanî me da xweguhertin e. Berxwedan ti carî bi dawî nebûye. Dîrokê nîşanî me da ku gelê Kurd her tim li azadiya xwe digere û ji bo vê jî li ber xwe dide."

Paolinelli destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" li cîhanê belav bû û paradîgmayek afirand.

Paolinelli ragihand ku tevgera jinê ya Kurd veguherî torekê ku ji sînoran derbas bûye û konferansa jinan a li Kolombiyayê bi bîr xist.

Di dewama axaftina xwe de Paolinelli anî ziman ku 14'ê Sibatê wêl i 4 navendên Îtalyayê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava û bilêvkirina daxwaza azadiyê ji Rêber Apo re çalakî bêne lidarxistin û got, "Vê Şemiyê li bajarên cuda yên Îtalyayê, di serî de Roma wê meşên girîng ên neteweyî bêne lidarxistin. Ev çalakî ji bo me gelekî girîng in. Yên ku piştgiriyê didin gelê Kurd wê beşdarî van çalakiyan bibin.

Lewma wê li Roma, Milano û Cagliari meş bêne lidarxistin. Ji ber vê jî ev têkoşîn yek ji têkoşînên herî berfireh ên têkoşînên xwecihî yên Îtalyayê ye."

Paolinelli di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo me parastina gelê ku Şoreşa Rojava afirandiye, piştgiriya wan berpirsyariyeke dîrokî ye. Lewma divê her kes tevlî van meşan bibin."

Cih û dema çalakiyên 14'ê Sibatê roja Şemiyê yên li Îtalyayê bi vî rengî ne:

Roma: Plazza İndipendenza, saet 14.30
Milano: Largo Cairoli, saet 14.30
Cagliari: Piazza Garibald, saet 17.00
Mantova Panel: Sala Degli Stemmi, Palazzo Soardi, saet 17.00