Li paytexta Elmanyayê Berlînê, gelê Kurd û piştgirên wan di 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hatibû, meşek li dar xist. Bi banga KON-MED’ê ya bi diruşma "Ji Rêber Apo re Azadî - Ji Rojava re Statû", girseya gel li Oranienplatzê hatin cem hev û heta Hermannplatzê meşiyan.
Di dema meşê de diruşmên wekî "Şehîd namirin", "Ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statû", "Freedom for Ocalan", "Freiheit für Ocalan – Status für Rojava", "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin. Beşdaran bi pankart û dowîzan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin û xwestin ku êrîşên li ser Rojava bên rawestandin.
Di teksta ku di çalakiyê de hat xwendin de hat destnîşankirin ku aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn bi rêbazên leşkerî nayê avakirin: "Aştiyeke mayînde ne bi çareseriyên leşkerî, lê bi perspektîfeke demokratîk ji bo hemû mirovan pêkan e." Di çalakiyê de hat bibîrxistin ku Rêber Apo tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî rêyên diyalog û kêmkirina rageşiyê nîşan dide û hat gotin: "Îzolekirina Rêber Apo, blokekirina xala referansa siyasî ya herî girîng e ku ji bo çareseriyeke ji agirbestan wêdetir e."
Di tekstê de her wisa bal hat kişandin ser modela xwerêveberiya demokratîk a li Rojava hatî avakirin; hat diyarkirin ku beşdariya wekhev a jinan, jiyana bi hev re ya gelan û baweriyan û saziyên demokratîk ên herêmî, ji bo herêmê perspektîfa pêşerojê ye. Hat gotin ku: "Yên êrîşî vê modelê dikin, êrîşî alternatîfeke rastîn a li dijî dîktatorî, siyaseta şer û terora cîhadîst dikin." Hat destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo û parastina destkeftiyên Rojava ji hev nayên qutkirin.
Daxwazên ku di çalakiyê de derketin pêş wisa ne:
- Wek şertê sereke yê pêvajoyeke aştiyê ya cidî; Azadî ji bo Rêber Apo.
- Naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de.
- Siyasetek ku li şûna şer, kêmkirina rageşiyê, mafên mirovan û muzakereyê bingeh digire.
Meş piştî gihîştina Hermannplatzê bi diruşm û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.