BI DÎMEN

Li Oslo, Hamburg û Romayê meş: Rêber Apo û Rojava xeta me ya sor in

Kurd û dostên wan li bajarên Ewropayê Oslo, Hamburg û Romayê, di salvegera 27’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê de bi meşên ku li dar xistin, daxwaza azadiya Rêber Apo û statuya siyasî ya ji bo Rojava dubare kirin.

Di meşên ku li bajarên cuda yên Ewropayê hatin lidarxistin de, komploya navdewletî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû kirin hat şermezarkirin. Beşdaran destnîşan kirin ku ew ê bi ramanên Rêber Apo bigihêjin azadiyê û daxwaza parastina destkeftiyên Rojava kirin.

OSLO

Li paytexta Norwêçê Osloyê meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd hat lidarxistin. Di çalakiyê de salvegera 27’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin. Di dema meşê de bi caran siloganên “Bijî Serok Apo”, “Gelê Kurd Yek e”, “Yaşasın Rojava ve Rojhilat direnişi” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Di meşê de daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Berxwedan û serhildana gelê Kurd a li Kurdistan û cîhanê, serkeftina gelê Rojavayê Kurdistanê anî. Ev bû bersiva herî bi hêz a li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya hêzên dagirker û dijmin. Gelê Kurd bi ramanên Rêber Apo, ligel Rêberê xwe dê bigihêje azadiyê.”

HAMBURG

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” ji ber salvegera 27’an a Komploya Navdewletî meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (MCDK) û Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Sternschanze Bahnhofê dest pê kir, li ber Konsolosxaneya Tirk a li taxa Dammtorê bi dawî bû.

Di meşê de ku bi piştgiriya girseyî ya FED-DEM’ê pêk hat, MCDK, Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman û Kurdistanî beşdar bûn. Pankartên bi nivîsa “Freiheit für Abdullah Ocalan, Statüs für Rojava” û “Heta Azadiya Rêbertî, Berxwedana Be Dawî” hatin hilgirtin; her wiha posterên Rêber Apo û alên TJK-E û TEV-DEM’ê jî hatin hildan. Girseyê bi caran siloganên "Bijî Serok Apo", “Selam selam İmralı’ya bin selam”, “Bijî Berxwedana Rojava" û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ya ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kaya daxuyaniyek da. Leyla Kaya diyar kir ku Rêber Apo bi komployeke navdewletî hatiye dîlgirtin û hat xwestin ku gelê Kurd bê tunekirin. Kaya wiha got: “Rewşa Rojava nîşaneya salvegera 27’an a komploya navdewletî ye ku bû sedema revandina neqanûnî ya Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê. Rêber, di girtîgehê de jî ji bo çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd hewildanên xwe domand. Ji bo ku qonaxa diyalogê ya heyî bigihêje hevdîtinên aştiyê yên fermî, divê fersenda tevgera bêasteng ji bo Abdullah Ocalan bê peydakirin. Aştî di bin şert û mercên tecrîdê de nayê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê em daxwaza azadiya Rêber dikin.”

Leyla Kaya destnîşan kir ku hêzên tarî yên li dijî aştiyê ne, hewl didin rê li ber naskirina fermî ya destkeftiyên Kurdan ên li Rojava bigirin û got: “Rêbertî û Rojava xeta me ya sor in.”

Siyasetmedar Îdrîs Baluken jî anî ziman ku komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo armanc dikir ku zincîrê li hêviya azadiyê ya gelê Kurd bixe, lê bi berxwedana 27 salan a Rêber Apo komplo hat pûçkirin. Çalakî bi silogan û marşên berxwedanê bi dawî bû.

ROMA

Li paytexta Îtalyayê Romayê, salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd û êrîşên navdewletî yên li ser Rojava hatin protestokirin. Di meşa ku bi pêşengiya komeleya Kurd Ararat û Buroya Agahdarkirina Kurdistanê hat lidarxistin de nêzî hezar kes beşdar bûn. Partiyên çep ên Îtalyayê, saziyên mafên mirovan, aktîvîst û nûnerên sendîkaya Cobas jî piştgirî dan çalakiyê.

Meş li Piazza Indipenza dest pê kir û li Piazza Barberini bi axaftinan bi dawî bû. Girseyê êrîşên li ser Rojava û komployên li dijî Rêber Apo protesto kirin û peyamên piştgiriyê dan. Derbarê wate û girîngiya rojê de axaftinên cuda hatin kirin û di dema meşê de siloganên piştgiriyê ji bo têkoşîna azadiya Kurd hatin berzkirin.