Yek ji gaziyên Komkujiya Helebce Şaho Qadir diyar kir ku ji bo gelê Kurd birînek kûr e ku Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê ye û bang kir ku di çalakiyên bi wesîleya salvegera Komploya 15’ê Sibatê wê bên lidarxistin de, her kes divê ji bo azadiya Rêber Apo dakeve qadan.
Êrîşên li ser Rojava, mîna gelek deverên cîhanê li Îngilistan û paytexta wê Londonê jî bû şahidê protestoyên girseyî yên Kurdistaniyan. Ji 7’ê heya 70 salî gelek kes tevlî çalakiyan bûn. Di van çalakiyan de Şaho Qadir (Şaho Huseyîn Qadir) jî cih girt ku di dema Komkujiya Helebce ya 16’ê Adarê de bi giranî birîndar bû û du lingên xwe winda kirin. Qadir bi sandaleyaya bi tekerlek di refên pêş ên girseyê de ye û dirûşmeyên ji bo yekîtiya Kurdistanê, berxwedana Rojava û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kir.
Qadir diyar kir ku ew ji bo azadiya tevahî Kurdistanê li kolanan e û got, “Ez bawer dikim ku bi yekîtiya gelê Kurd Serok Apo wê ji zindana Îmraliyê derkeve û azad bibe. Di vê dinyayê de tişta ku herî zêde ez dixwazim bibînim azadiya Rêber Apo ye.”
Qadir destnîşan kir ku di tevahiya dîrokê de gelê Kurd rû bi rûyê komkujî û qirkirinan maye û got, “Tiştên ku duh jî û îro jî bi serê me hatine, ji ber Kurdbûna me ye.”
Qadir ragihand ku di dema Komkujiya Helebce de hîna 13 salî bû û 2 lingên xwe winda kir. Qadir 22 sal in li Îngilistanê dijî.
Şaho Qadir ev bang jî kir, “Tiştên di komkujiyê de bi serê min hatin, ez hîna zarok bûm lê hîna mîna duh li bîra min in. Ji bo Kurdistanek azad her tişt feda be. Ji bo me birînek e ku Rêber Apo li zindanê ye. 15’ê Sibatê gelê me divê ji bo azadiya Rêber Apo û Rojava li kolanan be.”
Li paytexta Îngilistan Londonê jî di 15’ê Sibatê de Kurdistanî û dostên wan wê komployê protesto bikin.