EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo Rojava li Winterthurê meş hat lidarxistin, li Zurihê standa agahdarkirinê hat danîn
Di çarçoveya çalakiyên piştevaniyê ya bêyî navber bi Rojava re de, li Winterthurê meş hat lidarxistin, li Zurihê jî standa agahdarkirinê hat danîn. -
Li Londonê operasyonên li dijî ESP’ê hat protestokirin
Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Brîtanyayê li dijî operasyonên binçavkirinê yên ku di 3’yê Sibatê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî gelek sazî û kesan hatine kirin nerazîbûn nîşan da û got, "Têkoşîna bi rûmet a gel wê faşîzmê paş bixe." -
Kaja Kallas: Parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, bersiva nameya Koma Dostaniya Kurd da û destnîşan kir ku parastina mafên Kurdan ji bo pêşeroja Sûriyeyê xwedî girîngiyeke krîtîk e. -
Li Kolnê meşa Rojava: Em ê heta statuya siyasî were naskirin, li qadan bin
Kurdistanî li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza statuya siyasî, meşiyan. -
Li Cenevreyê operasyonên binçavkirinê yên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin protesto kirin
Operasyonên binçavkirinê yên ku di 3’yê Sibatê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî gelek sazî û kesan pêk hatin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin protesto kirin. -
Kurdistaniyên li Freiburgê li qadan in: Wê sibê li Lahrê meş were lidarxistin
Li Freiburgê çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Wê sibê li Lahrê bi tevlîbûnên ji Freiburg, Offenbug û bajarên derdor meşekî girseyî were lidarxistin. -
Li Aachenê mîtînga piştgiriya bi Rojava re: Ji Rojava re statû
Li bajarê Aachen yê Elmanyayê, Kurdistanî bi armanca piştgiriya bi Rojava re li navenda bajêr mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silav kirin û banga naskirina statûyê hate kirin. -
Li Hannoverê çalakiyên piştevaniya ji bo Rojava dewam dikin
Di çalakiyên ku li Hannoverê bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re hatin lidarxistin de, zext û êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. -
Li Hamburgê meşa piştevaniya Rojava: Xweseriya demokratîk xeta me ya sor e
Di meşa li bajarê Hamburg ê Elmanyayê de, êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protestokirin. Bi hezaran kes banga naskirina statuya xweseriyê kirin. -
Ji Şaredariya Lozanê ji bo Rojava piştgiriya alîkariya lezgîn
Bajarê Lozanê yê Swîsreyê, ji bo sivîlên ku ji ber êrişên li ser Rojava ji cih û warên xwe bûn, ji saziya alîkariyê Heyva Sor re di pîvana 50 hezar Frankên Swîsreyê de alîkariya lezgîn peyda kir. -
Li pêşiya NY’ê çalakiya girseyî: Bila statuya rojava were naskirin!
Li pêşiya Kampusa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Bonn ê Elmanyayê, ji bo naskirina statuya siyasî ya Rojava û parastina destkeftiyên li herêmê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. -
Li Cenevreyê amadekariyên meşa 7’ê Sibatê têne kirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, lez dan amadekariyên meşa navend Swîsreyê ku wê bi dirûşmeya, “Azadiya Rêber Apo, Azadiya Rojava ye” were lidarxistin. -
ADGB’ê, binçavkirina sosyalîstan şermezar kir
Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB), binçavkirinên ku li gelek bajaran di serî de li dijî endamên ESP’ê pêk hatine şermezar kir û got, “Binçavkirin, zext û gef nikarin pêşiya têkoşîna mafdar û rewa bigirin.” -
Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 712’an de ye
Nobeta Azadiyê ji bo Rêber Apo ku li Strasbourgê di hefteya 712’an de dewam dike, bi koma nû re dewam dike. -
TJK-E û KCDK-E ji bo çalakiya Strasbourgê bang li Kurdistanî û dostên wan kirin
TJK-E û KCDK-E, ji bo çalakiya 14’ê Sibatê ku wê li bajarê Strasbourgê ya Fransayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji bo Rojava statû” bê lidar xistin, banga seferberiyê li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kirin. -
Li Hannoverê ji bo Rojava meş
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîtîkayên dorpêça li ser Rojava û feraseta înkar û îmhayê ya li dijî gelê Kurd, bi meşekê hate protestokirin. -
Jinên Abya Yala’yê ji bo parastina Rojava li dora Rojava kom bûn
Li gelek bajarên Abya Yala’yê jinên enternasyonalist û xwecihî ji bo parastina nirxên gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê çalakiyên cur be cur lidar xistin û bi dîmenek berhevkirî payama piştgiriyê şandin. -
Li ber Parlamentoya Bremenê seferberberiya Rojava: Divê statuya Rojava bê naskirin
Di mîtînga ku bi sedan Kurdistanî û komên piştgiriyê li ber Parlamentoya Eyaleta Bremenê li dar xistin de, hat destnîşankirin ku dê destkeftiyên Rojava bên parastin û heta statû bê naskirin têkoşîn dê bidome. -
Banga Kurdên li Brukselê ji bo Îranê: Pirsgirêka Kurd çareser bike
Kurdistaniyên ku li paytexta Belçîka Brukselê hatin cem hev, piştgirî dan serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê; bang li dewleta Îranê kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên berbiçav biavêje. -
Li Linz û Viyanayê ji bo Rojava standên agahdariyê û meşa êvarê
Li bajarên Linz û Viyanayê yên Awûstûryayê ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyan û komkujiyên li dijî Rojava, kampanyayên agahdarkirin û îmzeyan hatin lidarxistin. Li Viyanayê di saetên êvarê de ji bo Rojava meşiyan -
Li Zurihê meşa Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê re
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, Kurdistanî û dostên Kurdan li bajarê Zurih ê Swîsreyê hatin cem hev û ji bo piştevaniya bi Rojava re meşek li dar xistin. -
Li Gävle û Helsingborgê ji bo Rojava mîtîng hatin lidarxistin
Li bajarên Gävle û Helsingborgê yên Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî Rojava û pêşketinên di pêvajoyê de mîtîng hatin lidarxistin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku xetere berdewam dikin û hevgirtina navneteweyî pir girîng e. -
Çalakiya 'Konê Berxwedanê' ya li Draguignanê bi dawî bû
Çalakiya "Konê Berxwedanê" ya ku deh roj berê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li Draguignanê hatibû vekirin, bi peyama "heta ku statuya Rojava bê naskirin û azadiya gelê me bê misogerkirin em ê li kolanan bin” bi dawî bû. -
Li Koln û Velbertê çalakiyên hevgirtinê ji bo Rojava berdewam dikin
Li eyaleta Bakurê Ren-Vestfalya (NRW) çalakiyên hevgirtinê yên ji bo daxwaza statuya Rojava bi meş û daxuyaniyan li bajarên Koln û Velbertê berdewam kirin. -
Endama Karwana Gelan di mîtînga Freiburgê de qala tiştên qewimîn kir
Gelek endamên koma çalakvanên navneteweyî ku wekî beşek ji 'Karwana Gelan' çûn Tirkiyeyê hatin binçavkirin û paşê hatin dersînorkirin. Çalakvan Jona Classen diyar kir kudi dema binçavkirinê de rastî tundiya polîsan hatine.