Li paytexta Yewnanîstan Atînayê û bajarê Lyon ê Fransayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatêa 1999’an de meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza azadiiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya Rojava hate kirin.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi sedan kes li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Atinayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bi daxwaza ji Rêber Apo re azad û ji Rojava re statu meşiyan. Meş heta pêşiya Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Kurdistanî û aliyên şoreşger tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Konsolosxaneya Tirk de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hate kirin. Di axaftinê de îşaret bi plana dîrokî ya komploya 15’ê Sibatê hate kirin û wiha hate gotin; “Çawa ku di sedsala 20’an de li dijî Rêbertiya me komplo hate kirin û xwestin azadiya gelê Kurd asteng bikin, di sedsala 21’an de heman komploger, di şexsê Rojava de xwestin careke din komployeke berfirehtir bikin dewrê. Çawa ku gelê Kurd Rêber Apo bi tenê nehişt, îro jî li dijî plana di şexsê gelê Kurdistanê ya çar parçeyê de bi xwedîderketina bi awayekî herî xurt bersivê da.”
Di axaftina li ser navê DKP’ê de jî banga mezinkirina têkoşînê di salvegera komploya navneteweyî de hate kirin: “Divê hêzên emperyalîst û sîyonîst baş bizanibin ku çawa ku gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, dostên wan û şoreşgerên Tirkiyeyê komployeke nû ku xwestin li Rojava bixin dewrê bi parastina li ser xeta enternasyonalîst de têk birin, azadî di pêşengtiya tevgera gelê Kurd de teqez e.”
Çalakî bi daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava bi dawî bû.
LYON
Kurd û dostên wan bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarê Lyon ê Fransayê li hev civiyan û bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” çalakî li dar xistin.
Meş ji Place de la Comédie ku yek ji cihên navendî ya Lyonê ye destpê kir û heta Qada Place Bellecour dewam kir. Girseyê di tevahiya meşê de postera Rêber Apo û bi rengên kes, sor û zer qadê tijî kirin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em komploya navneteweyî şermezar dikin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di dirûşmeyan de piştevaniya bi Rojava re û berxwedana heyî derket pêş.
Meş heta Qada Place Bellecour dewam kir. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku tevî ku 27 sal bi ser Komploya Navneteweyî derbas bûye jî Rêber Apo hîna di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Axaftvanan destnîşankirin ku fikrên Rêber Apo, îlhamê dide projeya civakî û siyasî ya li Rojava hatiye avakirin.
Her wiha hate diyarkirin ku îro li Rojava qutbûnên kehrebe, nebûna av û êrîşên berdewam tê kirin û êrîş hatin şermezarkirin.
Di dawiya çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina statuya Rojava hate dubarekirin û hate destnîşankirin ku têkoşîn û piştevaniya ji bo van dewam bike.
Çalakî bi axaftin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.