Parlamenter Charishma Kaliyanda êrişên li ser Rojava xist rojeva Meclîsê
Parlamentera Partiya Karker a Awûstarlyayê Charishma Kaliyanda êrişên li ser Rojava xist meclîsê.
Parlamentera Partiya Karker a Awûstarlyayê Charishma Kaliyanda êrişên li ser Rojava xist meclîsê.
Parlamentera Partiya Karker Charishma Kaliyanda li Meclîsa Eyaletê ya Galer a Başûr a Nû axivî û bal kişand ser bûyerên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Kaliyanda anî ziman ku ji ber êrişên di mehên destpêkê yên salê de hatin kirin li herêmê ku weke Rojava tê naskirin zêdeyî 200 hezar mirov ji cih û warê xwe bûn, bi sedan sivîl hatin qetilkirin û jin û zarok hatin revandin.
Kaliyanda diyar kir ku êriş bi giranî li Heleb, Reqa, Hesekê û Kobanê hatin kirin û bandoreke giran li sivîlan kir. Kaliyanda bi bîr xist ku ji ber êrişan zarokên Kurd ji perwerde û xizmetên bingehîn bêpar man, av, derman û xurek bi zehmetî bi dest dikevin û zarok ji ber germayê jiyana xwe ji dest didin.
Kaliyanda bi bîr xist ku hikumeta Sûriyeyê hefteya derbasbûyî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re li hev kir û anî ziman ku li gorî vê lihevkirinê sazî û hêzên Kurd wê qonax bi qonax entegreyî avaniya dewletê bêne kirin. Parlamentera Awûstarlyayê ragihand ku ev yek cihê kefxweşiyê ye, lê belê ji ber zextên dema bihurî û rewşa heyî ya li qadê Kurd bi fikar in. Kaliyanda işaret bi dorpêça li ser Kobanê jî kir û anî ziman ku mercên mirovî giran bûye.
Kaliyanda bal kişand ser rola hêzên Kurd a ji bo ewlehiya navneeteweyî û bi bîr xist ku QSD'ê di têkbirina DAÎŞ'ê de ya li Sûriyeyê bi rola diyarker rabû, ji bo parastina sivîlan berdêlên giran da. Kaliyanda ragihand ku li gorî agahiyan, komên bi piştgiriya Sûriyeyê DAÎŞ'î ji girtîgehan berdane.
Kaliyanda bal kişand ser dîaspora Kurdan a li Awûsralyayê û diyar kir ku herêma wê ya hilbijartinê jî di nav de Kurd li pêşberî vê rewşê bi fikar û xemgîn in.
Kaliyanda destnîşan kir ku hin daxwazên civaka Kurd a li Awûstralyayê ji hikumetê hene. Li gorî vê yekê; misogerkirina agirbesta lezgîn di bin kontrola navneteweyî, ji bo sivîlên li Rojava û derdora Kobanê parastina navneteweyî û vekirina korîdora mirovî ya herêmên dorpêçkirî xwest. Her wiha xwest piştgirî ji çareseriyeke destûra bingehîn re bê dayin ku mafên Kurdan û hemû hindikahiyan ên kolektîf bên parastin.