Friedrich Merz, bi gotina fîlozofê Elman Peter Sloterdijk, diyar kir ku serdema ku Ewropayî ji dîroka cîhanê dûr mane, bi dawî bûye. Merz, diyar kir ku ev fîlozof ku têgeha 'transfera împaratoriyê' ya heta bi serdema Împaratoriya Roma ya Pîroz jinûve nirxand, dinivîsand ku Ewropa ji mêj ve ji dîrokê derketiye û bi rengekî westiyayî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li benda nivîsandina dîrokê sekinî ku vê hêza super di sedsala 20'emîn de ala dîrokî ya parzemînê ya berê dewr wergirt.
Merz destnîşan kir ku şerê li Ukraynayê, polîtîkayên Rûsyayê û îdiaya Çînê ya ji bo hêza gerdûnî nîşana serdemeke nû ne. Merz, diyar kir ku serdema yekqutbî ya piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê bi dawî bûye û serdestiya gerdûnî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê niha tê nîqaşkirin.
SÎSTEMA NAVNETEWEYÎ LI BER HILWEŞÎNÊ YE
Friedrich Merz anî ziman ku sîstema navneteweyî ya li ser bingeha hiqûqê li ber hilweşînê ye û got, “Ev sîstem di dema qonaxe xwe ya herî xurt de jî her çiqas bi kêmasî be jî, êdî di forma xwe ya orjînal de nîne.”
Merz got ku cîhan ketiye qonaxeke nû ku tê de hêzên mezin dê hêza diyarker bin.
‘EM Ê ARTÊŞA ELMAN BIKIN HÊZA HERÎ XURT A EWROPAYÊ’
Merz destnîşan kir ku Elmanya vê siyaseta nû ya hêzê wekî 'xewneke hegemonîk' qebûl nake. Serokwezîr, diyar kir ku Elmanya dê tu carî bi tena serê xwe tevnegere û got ku pêşengî dê li ser bingeha hevkariya bi Ewropayê re pêk were.
Merz anî ziman ku wê Elmanyayê kapasîteya xwe ya leşkerî bi lez xurt bike û got ku armanca wan ew e ku Bundesweher bikin artêşa konvansiyonel a herî xurt a Ewropayê. Merz, got ku di salên pêş de bi sedan milyar euro dê ji bo parastinê were veberhênan.
Friedrich Merz ragihand ku Elmanya dê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomîne û got ku ew dest bi kirîna çekên berfireh ji pergalên parastina hewayî heta gelek çekên pêşketî kirine.
Merz bal kişand ser lîwaya artêşa Elman a ku li Lîtvanyayê hatiye bicihkirin û destnîşan kir ku ev cara yekem e di dîroka Bundeswehrê de ku yekîneyeke bi vî rengî bi awayekî daîmî li derveyî welêt hatiye bicihkirin. Merz, her wiha diyar kir ku dê baskê rojhilat ê NATO’yê were xurtkirin.
EWROPA Û TEXILKERIYA NUKLEERÎ
Merz diyar kir ku siyaseta parastinê ya Elmanya dê di çarçoveyek Ewropayê de be û xurtkirina Ewropayê di nav NATO’yê de dê pêşîniyek be. Merz, her wiha ragihand ku wî bi Emmanuel Macron re li ser texilkeriya nukleerî ya Ewropayê danûstandinên nepenî daye dest pê kirin.
Tê payîn ku Macron di demek nêzîk de li ser doktrîna nukleerî ya Fransayê û hevkariya bi hin welatên Ewropayê re biaxive.