Li Viyana, Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê hat protestokirin.

Li paytexta Awusturya Viyanayê li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo pêk hat, çalakiya şermazerkirinê hat lidar xistin. alakî li ber Parlamentoyê dest pê kir û li ber Konsolosxaneya DYA'yê bi dawî bû.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber Parlamentoyê li hev civiyan, meşek li dar xistin. Çalakî ji bo hemû şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê dest pê kir. Girseya gel bi dirûşmeyên "Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû" dest bi meşê kir.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de, tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku azadiya gelê Kurd tenê bi azadiya Rêber Apo pêkan e.

Di dema meşê de pankartên "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statû" û "Ji Rêber Apo re azadî" hatin hilgirtin. Gel bi herikbarî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin.

Meş piştî daxuyaniya li ber Konsolosxaneya DYA’yê bi dawî bû.