Kurdên Rûsyayê Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Kurdistaniyên ku li herêmên cuda ya Rûsyayê dijîn komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hat bi çalakî û daxuyaniyan şermezar kirin.
Kurdistaniyên ku li herêmên cuda ya Rûsyayê dijîn komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hat bi çalakî û daxuyaniyan şermezar kirin.
27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ku l dijî Rêber Apo pêk hat li gelek bajarên Rêsyayê hat şermezarkirin.
TAMBOV
Li navçeya Tambo ya bajarê Mîçurinskê, li Mala Çandê salvegera komploya navnetewî ya ku di 15’ê Sibatê de li dijî Rêber Apo pêk hat bi civîna gel hat şermezarkirin.
Di civînê de Alan Med axiv û diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber Apo dest pêk hat, heta roja îro jî berdewam e. Med got ku ev komplo bi salan e li dijî gelê Kurd û rêxistinên wî tê meşandin û armanca wê jî têkbirina hebûna û nasnameya gelê Kurd e. Med bi taybetî bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û Kurdistanê û destnîşan kir ku ev komplo ne tenê li dijî gelê Kurd e, lê bi rastî li dijî hemû Rojhilata Navîn e.
Alan Med di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana gelê Kurd li dijî dagirkeriyê û hovîtiyê de wê her tim bidome û hêza gelê Kurd nayê şikandin. Med bi taybetî bal kişand ser berxwedana Rojava û yekîtiya gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
MOSKOW
Li avahiya Mala Kurdan a Moskovwê, civîna gel hat lidarxistin, di civînê de salvegera 27’an a komploya navneteweyî bi tundî hate şermezarkirin.
Beşdarên civînê di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku ev komplo li dijî maf, nasname û hebûna gelê Kurd pêk hat, û daxwaza azadiya Rêber Apo hîn jî yek ji pêşîniyên bingehîn ên têkoşîna wan e.
Seroka Tevgera Jinên Kurd Viyan Tara Qadirovna di civînê de axivî û got “15’ê Sibata 1999’an rûpelek bi êş di dîroka gelê Kurd de ye.” Tara Qadirovna diyar kir ku her çend sal derbas bûne jî, lê fikirên Rêbe Apo hîn jî gelê Kurd li dora xwe dicivînin û rolê wan di jiyana siyasî û civakî de berdewam e.
Axaftinvanên din jî gotin ku zext û êrîşên li dijî gelê Kurd, bi taybetî li Rojava û herêmên din ên Kurdistanê, hîn jî didomin. Di heman demê de, bal kişandin ser berxwedana Rojava û wê di yekîtî û hevgirtina Kurdên her çar parçên Kurdistanê de rola bingehîn lîstiye.
Beşdarên civînê her wiha destnîşan kirin ku hêzên Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de rola girîng lîstin û hêzên kurdî qurbaniyên mezin dan ji bo parastina mirovahiyê.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
STAVROPOL
Li herêma Novoaleksandrovsk a Stavropolê, bi beşdariya civaka Kurd daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku komploya li dijî Rêber Apo ne tenê li dijî kesekê ye, lê li dijî hemû gelê Kurd û azadiya wî ye. Bi gotina Hevserokê Otonomiya Çandî ya Kurdan Husêyn Çerkes di daxuyaniyê de wiha got, “Gelê Kurd îro yek e û li ser rêya berxwedanê ye û fikirên Rêber Apo wê azadiyê bînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
SARATOV
Li bajarê Yêrşovê ya herêma Saratovê jî Kurdên herêmê kom bûn Komploya navneteweyî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Otonomya Kurdên Yêrşovê Mîrza Alî Yusubov û Serokê Otonomiya Kurdên bajarê Azîngê Tahir Fatiyêv ve hat xwendin.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.