BI DÎMEN

Çalakvanên Strasbourgê Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin

Çalakvanên ku di hefteya 714’an de Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê dewr girtin, Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anîn ser ziman.

Nobeta Azadiyê ku ji Hezîrana 2012’an ve bêyî navber li bajarê Strasbourgê dewam dike, di hefteya 714’an de ji aliyê Selamet Mat, Murşîde Oltan û Îbrahîm Kara ve ku ji Darmstadtê hatin, hate dewrgirtin.

Selamet Mat li ser navê komê daxuyanî da û wiha got, “Di serî de Abdullah Ocalan, hemû gelê xwe û tevahiya Kurdistanê silav dikin. Vê roja reş a li dijî Rêber Apo û şehîdên me, şermezar dikim. Heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad be û li kêleka me be, em  ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Selamet Mat banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û wiha got, “Em dorpêça li ser Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr şermezar dikin. Heta ku Rêbertiya me, zarokên me yên li çiya azad nebe, deriyên zindanan neyê vekirin, em jî azad nebin.”

‘EM Ê HEMÛ KOMPLOYAN TÊK BIBIN’

Murşîde Oltan jî diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekî reş e û wiha got, “Dewletên dagirker, di şexsê Rêbertî de xwestin gelê Kurd tune bikin. Bi dehan hevalên me bi dirûşmeya, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir. Em di şexsê şehîdên 15’ê Sibatê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Bi salan in, Rêbertî li zindanê, gelê Kurd jî li kolanan berxwedanê didomîne. Berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne. Rêbertî îro ji bo tevahiya cîhanê pêşengiya aştî û demokrasiyê dike. Dewletên dagirker û hegemon ku aştiyê naxwazin, îro li Rojava komploya duyemîn xistin meriyetê. Lê bi berxwedana gelê me wê ev komplo jî were têkbirin. Em ê berxwedanê heta azadiya xwe bidomînin. Em careke din dibêjin, ‘Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo’