Li Nantes û Milanoyê meşên li dijî komploya 15’ê Sibatê
Kurd û dostên wan li Nantes û Milanoyê, di salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de daketin qadan û daxwaza ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re statu dubare kirin.
Kurd û dostên wan li Nantes û Milanoyê, di salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de daketin qadan û daxwaza ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re statu dubare kirin.
Li bajarê Nantes ê Fransayê û bajarê Milano ê Îtalyayê, bi wesîleya salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo, meş û mitîngên girseyî li dar xistin. Di çalakiyan de banga azadiya Rêber Apo hate kirin û daxwaza parastina destkeftiyên demokratîk ên li Rojava û naskirina statuya wî hate kirin.
NANTES
Kurd û dostên wan ên ji Nantes, Rennes, Lorient û Vannesê hatin û di saetên nîvroyê de li Qada Commerce kom bûn, bi tevlîbûna sedan kesan meşekî li dar xistin. Di meşê de dîlgirtina Rêber Apo a di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê ji aliyê dewletên navneteweyî ve hate û radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin.
Meş bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” hat lidarxistin. Her wiha posterên Rêber Apo û pankartên “Liberté Pour Ocalan, Statut Pour Le Rojava” hatin hilgirtin. Di meşa ku jin û ciwan bi girseyî beşdar bûn de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Liberté pour Ocalan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û belavokên bi Fransî ya ji aliyê TJK-E’yê ve hatibû amadekirin, hatin belavkirin.
Di dawiya meşê de li pêşiya Préfecture daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo enternasyonalîsîtê Bretonî Olivier Le Clainche (Kendal Breizh) ku di 10’ê Sibata 2018’an de, di êrîşa li dijî Efrînê de jiyana xwe ji dest da, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Berdevkê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Nantesê Ezo Semsur diyar kir ku tê xwestin ku naskirina bi fermî ya destkeftiyên li Rojava, were astengkirin û banga naskirina mafê çarenûsê ya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û statuya siyasî ya Rojava hat kirin.
Hevserokê Meclîsa Nantesê Riza Serhat destnîşan kir ku 15’ê Sibatê bi têkoşîna 27 salî ya Rêber Apo û berxwedana gelê Kurd hat têkbirin. Serhed destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava pêvajoyeke nû ya komployê ye û baweriya bi serketina paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo tam e.
MILANO
Li bajarê Milano yê Îtalyayê, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de meşek hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku bi banga Tora Piştevaniya Kurdistan û Komaleya Konfederasyona Demokratîk a Kurdistanê ya Milanoyê û Tora Piştevaniya Kurdistan li Qada Kastello li hev civiyan, komployê şermezarkirin û azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî xwest.
Partiya Komunîst a Îtalyayê, rêxistina Ji Nû Ve Avakirinê, navenda civakî ya Lambretta, Cantiere Milano, Koleksiyona Çep a Îtalyaya Kesk, Tora Piştgiriya Jinan a Kurdîstanê, Tora Piştevaniya Navneteweyî ya Rojava ya Îtalyayê, Verso il Kurdîstan, Federasyona Anarşîst a Îtalyayê, Leon Cavallo, Radio Popolare, Radio Onda Durta, Kovara 47 Brescia, TPO Bologna û Ponte Gisolff ve jî hate piştgirîkirin.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Biji berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Viva Ocalan” hatin berzkirin; posterên Rêber Apo û al û pankartên YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin.
Di dema meşê de li pêşiya avahiya Rai TV meşale hate pêxistin û bêdengiya medyaya Îtalyayê li dijî êrîşên li ser Rojava hate protestokirin. Çalakvanan piştre ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan û peyamên azadiya Rêber Apo û peyamên piştevaniyê bi Rojava re hate dayîn. Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.