BI DÎMEN

Li Ermenistanê komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo hate kirin, li Ermenistanê hate şermezarkirin.

Li herêma Armavîrê ya Ermenistanê 27'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin.

Di daxuyanê de endamê Kurdistan Komîte Mîlo Kelaşyan û ji tevgera ciwanan Ponçû Silavîk axivîn.

Mîlo Kelaşyan got, "Em weke gelê kurd li Ermenistanê komplogeran şermezar dikin û dibêjin hûnê bi van kirinên xwe nên nemirovane nikaribin me bêdeng bikin. Gelê Kurd îro bi fikra Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye û yekîtiya xwe çêkiriyê."

Kelaşyan bi dewamî got, "Em weke civaka li Ermenistanê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê tekoşîna xwe bikin. Rêber Apo ji bo gelê Kurd û mirovahiyê her tişt kir. Ji ber wê îro bi mîlyonan gelê Kurd û gelên azadîxwaz wî Serokê xwe dibînin. Em carek din vê roja reş şermezar dikin û dibêjin we kes nikar roja me tarî bike û em berxwedan û tekoşîna Rojava ya bi rûmet silav dikin em jî pişta we ne."

Ponçû Silavîk jî got: "Em weke ciwanên li Ermenistanê komploya ku li dijî Serokê me kirin şermezar. Hêzên ku komplo li dijî Serokên me kirin gotin em ê gelê kurd xelas bikin û tevgera azadî tasfiye bikin. Lê bi ser neketin. Ji dema Rêber Apo girtin û heta roja îro gelê Kurd bi mîlyonan li qadan ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe dan û ti carî ev komplo qebûl nekirin. Em jî weke gelê li Ermenistan heta dawî şopdarê Serokên xwe ne û em ê tekoşîna xwe li ser fikir û felsefa Rêber Apo bimeşîn û xwe bi rêxistin bikin. Em dibêjin bê Serok jiyan nabe.

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.