BI DÎMEN

Ciwanên Kurd ên li Ermenistanê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li Ermenistanê bi wesîleya salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo hate kirin, çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.

Ciwanên Kurd li gundê Araksê yê herêma Oktemberyanê li hev kom bûn, daxuyaniyek dan çapemeniyê û komplo şermezar kirin.

Abûzet Kelaşyan bi navê ciwanan axivî û anî ziman ku hêzên navneteweyî bi komployê re xwestin gelê Kurd bêdeng bikin, lê belê negihiştin armanca xwe.

Kelaşyan got, "Weke ciwanên Kurd ên li Ermenistanê em vê komploya li hemberî Rêber Apo şermezar dikin. Hêzên komploger divê baş zanibin ku gelê Kurd li ser şopa Rêber Apo ye. Hûn ê jiyaneke bêyî Rêber Apo ti carî nikaribin li ser me ferz bikin. Rêber Apo 27 sal in li Îmraliyê ji bo hebûna me li ber xwe dide; em ê jî heta azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe dewam bikin."

Kelaşyan anî ziman ku hêzên komplo pêk anîn îro jî êrişan li ser Rojava plan dikin û destketiyên gelê Kurd dikin hedef.

Her wiha diyar kir ku berxwedana li Rojava bersiva herî mezin a li hemberî komplogeran e û bang li ciwanên li Ermenistanê kir ku li dora felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.