Girseya ku li Meydana Stauffacher a bajarê Zurîh ê Swîsreyê kom bû, bi dirûşmên “Zindan werin rûxandin, ji girtiyên şoreşger re azadî” bal kişand ser girtîgehên tîpa bîrê û pêkanînên tecrîda giran ên li Tirkiyeyê. Di daxuyaniya li ser navê Platformê de hat destnîşankirin ku di şertên ku çînên serdest nikarin beşên muxalif bi îdeolojîk kontrol bikin de, mekanîzmayên zexta fîzîkî dixin dewrê û girtîgeh ew qad in ku ev zext herî zêde lê tê meşandin.
Di daxuyaniyê de êrîşên li girtîgehên wekî Amed a bi Hejmara 5’an, Metris, Mamak, Sagmalcılar, Buca, Umraniye û Ulucanlarê û operasyonên ku di 19–22’yê Kanûna 2000’an de bi awayekî hemwext li dijî 20 girtîgehan hatin lidarxistin, hatin bibîrxistin. Hat diyarkirin ku di van êrîşan de bi dehan şoreşgeran jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne an jî seqet mane. Platformê eşkere kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî 1412 tutsakên nexweş hene û di 25 salên dawî de 2 hezar û 670 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Di eylemê de hat destnîşankirin ku girtîgehên tîpa F, T, S û bi taybetî girtîgehên tîpa “Y” (tîpa bîrê) yên ku di dema dawî de hatine avakirin, şertên tecrîda giran hîn kûrtir kirine. Pêkanînên girtîgehên tîpa Y yên wekî pergala hucreya yekkesî, nebûna têkiliya rasterast a hewadariyan bi şaneyan re û mafê girtiyan ku tenê dikarin rojê 1,5 saetan derkevin hewadariyê hatin ragihandin. Hat diyarkirin ku hucre tavê nabînin, 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û hevdîtinên malbatan di bin şertên îzolasyonê de pêk tên.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev pêkanîn rejîma înfazê ya muebeta giran bi awayekî fiîlî li ser hemû girtiyan belav dike, mafên pirtûk, weşan û mafên civakî tên desteserkirin. Hat diyarkirin ku polîtîkayên tecrîdê veguherîne şêweyekî îşkenceya sîstematîk.
Di çalakiyê de her wiha, kevneşopiya berxwedanê ya ku girtiyên şoreşger li dijî polîtîkayên zextê yên dewletê bi awayekî dîrokî ava kirine hat bibîrxistin û banga mezinkirina piştevaniyê hat kirin. Daxuyaniya bi daxwaza “Girtîgehên tîpa bîrê bila bêne girtin, tecrîd û îşkence bi dawî bibe” û banga xurtkirina piştevaniya bi girtiyên şoreşger re bi dawî bû.