Di salvegera komployê de li Qibrisê meşa dirêj
Gelê Kurd û dostên wan ênl i Qibrisê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo, statu ji Rojava re" meşeke dirêj dan destpêkirin.
Gelê Kurd û dostên wan ênl i Qibrisê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo, statu ji Rojava re" meşeke dirêj dan destpêkirin.
Meşa ku ji navçeya Dali ya paytext Lefkoşayê destpê kir wê heta navenda bajêr dewam bike.
Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Statu ji Rojava, azadî ji Rêber Apo" têne qîrîn.
Çalakgeran komploya navneteweyî şermezarkirin û xwestin statuya Rojava bê naskirin. Beşdarên meşê diyar kirin ku wê têkoşîna xwe mezin bikin.
Meş wê li Ber Konsolosxaneya Yewnanistanê ya li Lefkoşayê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Meşa dirêj bi dirûşm û çepikan dewam dike.