Li Torontoyê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Torontoyê Kurdistanî û dostên wan, bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Li Torontoyê Kurdistanî û dostên wan, bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Di çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê (NCDK) hat birêxistin kirin de, daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina statuya Rojava hat kirin.
Piştî rêzgirtinê, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komploya 15’ê Sibata 1999’an armanc dikir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rawestîne, lê bi ser neket.
Hevserokên NCDK'ê diyar kirin ku tevî Rêber Apo 27 sal in di tecrîdeke giran de tê ragirtin jî bi israr perspektîfa çareseriya demokratîk û aştiyê parastiye û ev tişt hat gotin, "Azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriya demokratîk li her çar perçeyên Kurdistanê ye."
JI BO ROJAVA DAXWAZA STATU HAT KIRIN
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku destketiyên li Rojava tevî êrîşên navneteweyî jî hatine parastin û berxwedana hevpar modelek nû ya demokratîk li herêmê afirandiye.
Hevserokan anîn ziman ku naskirina statuya Rojava ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn pêwîst e. Wan diyar kirin ku "Aştiya herêmî bêyî naskirina statuya Rojava ne pêkan e."
Her wiha hat gotin ku berxwedana gelê Kurd li qada navneteweyî deng vedaye.
Hevserokan, banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û xurtikirina hevgirtinê kirin.
Di meşê de dirûşmên weke "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rojava", "Kurdistan yek e", "Free Ocalan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
Çalakî bi stranên Kurdî û sirûdên Rojava bi dawî bû.