Li Brukselê li dijî rejîma Îranê xwepêşandana mezin: Ji darvekirinê re na!
Li Brukselê, li dijî polîtîkayên zext û darvekirinê yên rejîma Îranê ji aliyê gelek partiyên Kurdistanî û alîgirên demokrasiyê ve meşekî girseyî hate lidarxistin.
Li Brukselê, li dijî polîtîkayên zext û darvekirinê yên rejîma Îranê ji aliyê gelek partiyên Kurdistanî û alîgirên demokrasiyê ve meşekî girseyî hate lidarxistin.
Îro li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li qada Porte de Namur kom bû. Berşdarab saet di 13.00’ an de ji Porte de Namur heta Place Luxembourgê meşiyan. Beşdarên ku ji gelek welatên mîna Almanya û Hollandayê hatibûn, bi meşekî girseyî ber bi Parlamena Ewropayê ve bi rê ketin. Dema ku girse gihîşt qada Place Luxembourg, mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
PEYAMÊN SIYASÎ Û PIŞTGIRIYA HUNERÎ
Li qada mitîngê, gelek partiyên wekî PJAK, PDK-Belçîka, Komele, Xebat û HANA peyamên xwe yên siyasî pêşkêş kirin. Her wiha hin hunermendan jî bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê û coşa mitîngê bilind kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Erê DAÎŞ maskeyeke tirs û xofê avakir, çawa ku Kurdan bi hêza xwe ew têk birin, wê heman tişt were serê Îranê jî. Êdî Kurd ne ew Kurdên berê ne. her wiha ji bo cara yekeme ku tevayî partî û rêxistinên kurdên ji rojhilat bi hev re di nava yek çalakiya li dîjî Îranê de cih digrin. Bang hat kirin ku ev lihevkirin û hevgirtina tevayî partî û rêxistinên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê xurttir bibe.
Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li qadê bilind bû
Di nava çalakiya girseyî de ku her partî û rêxistinek bi al û sembolên xwe beşdar bibûn de bê navber dirûşmeyên ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û dirûşma navdar "Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Beşdaran bi pankartên mîna "EU schweigen totet (Bêdengiya YE’yê dikuje)” bang li cîhanê kirin ku li hemberî îdam û zextên rejîmê bisekinin. Her wiha bal kişanadin ser bêdengiya Yekitiya Ewropa ku her her tim qala mafê mirovan dike lê îro li ber çavê tevayî cîhanê binpêkirina mafê mirovan tê kirin lê Ewropa tenê bi gotina: “Em dişopînîn an jî gotina bi guman in” tu gava navêje. Çalakî saet di 16:00’an de bi daxwaza azadî û demokrasiyê bi dawî bû.
Endam û piştgirên sazî û rêxistinan brşdarî xwepêşandana Brukselê ya di 14'ê Sibata 2026'an bûn wiha ne:
“Hevgirtina ji bo Komar û Demokrasiyê li Îran:
Yekîtiya Kolnê (Etihad Koln)
Komeleya Jinên Îranî-Alman - Koln
Berlin Med (Kadroya Tenduristiyê ya Berlînê ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê)
Têkoşerên Rêya Azadiyê - Hamburg
Partiya Çep a Îranê
Partiya Komarparêzên Sosyal Demokrat û Layîk a Îranê
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê - PJAK