EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Baselê ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, Kurdistaniyan, enternasyonalîst û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî ji bo piştgiriya Rojava hatin cem hev û çalakiyek li dar xistin. -
CÎK’ê banga beşdarbûnê meşa Strasbourgê kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) banga beşdarbûna meşa Strasbourgê ya ji bo protestokirina komploya navneteweyî û bi daxwaza azadiya Rêber Apo were lidarxistin kir. -
Ji Şaredariya Islingtonê ji bo Wezîra Karên Derve Nameya ‘Rojava’
Seroka Meclîsa Şaredariya Islingtonê Una O’Halloran, ji Wezîra Karên Derve Yvette Cooper re nameyek şand. O’Halloran di nameya xwe de bal kişand ser metirsiya li ser gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û daxwaza parastinê ji Brîtanyayê kir. -
Li Senatoya DYE’yê rûniştina li ser Sûriyeyê: Hişyariya qirkirinê ya li dijî Kurdan
Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYE’yê di rûniştina fermî ya li ser pêşeroja Sûriyeyê de hişyarî da binpêkirinên din ên li dijî Kurdan û pêkhateyên din. -
Kendal Breizh li Vannesê hat bibîranîn
Enternasyonelê Fransî Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ku bi eslê xwe Bretonî ye, di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Vannes a Fransayê hate bîranîn. -
Li Hamburgê mitînga ‘Ji Rojava re statû’ hate li dar xistin
Di mîtînga ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê hate li dar xistin de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û bang hate kirin ku statûya siyasî ya herêmê bê naskirin. -
TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn ji bo çalakiya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin
TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn, ji bo çalakiya 14’ê Sibatê ku dê li Strasbourg a Fransayê bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. -
KCDK-E’yê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê da
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo nivîskar û zimanzanê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê li bajarê Uppsalayê yê Swêdê koça dawî kir, peyama sersaxiyê da. -
KON-MED’ê banga beşdarbûna çalakiya 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê kir
Konfederasyona Civakên Kurd li Elmanyayê (KON-MED) komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û amadekariya meşek mezin a ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin ragihand. -
Rojava di rojeva PE’yê de ye: Gotina mafên mirovan heye lê belê…
Serokên komên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê de li Strasbourgê civîneke çapemeniyên li dar xistin û têkildarî geşedanên li Rojava û Sûriyeyê axivîn lê belê tu pêngavên erênî nehatin avêtin. -
Li Îngilistanê zêdeyî 70 wekîl û Lordan ji bo Rojava bang li hikumetê kirin
Ji Partiya Karker heta bi Muxafazakaran zêdeyî 70 parlamenter û Lordan name ji Wezîra Karên Derve Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku pêwîstiya gelê Kurd ê li Rojava bi lezgînî bi parastinê heye û divê hikumet tavilê bikeve nava liv û tevgerê. -
Berteka xwendekarên Kurd li hemberî Der Spiegelê
Di meşa ku li Bielefeldê bi pêşengiya Komeleya Xwendekarên Kurdistanî hat li dar xistin de, daxwaza rakirina dorpêça Kobanê û statûya ji bo Rojava hat kirin; di heman demê de bertekek tund nîşanî nûçeyeke ku di Der Spiegelê de hatibû weşandin hat dayîn. -
KNK’ê ji bo Mehmet Emîn Bozarslan sersaxî xwest
KNK’ê ji malbata Bozarslan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ku Bozarslan di serdema ku nasnameya Kurd dihat înkarkirin de helwestek wêrekî nîşan da û tevkariyeke mezin daye wêje û dîroka Kurdî. -
Li Kolnê standa piştgiriyê ya bi Rojava re hate vekirin
Li Elmanyayê di çarçoveya çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û daxwaza statûya siyasî de, li Meydana Neumarkt a Kolnê standeke agahdarkirinê hate vekirin. -
Nivîskar û zimanzanê Kurd Bozarslan koça dawî kir
Nivîskar Mehmet Emîn Bozarslan ku bi xebatên xwe yên li ser ziman, wêje û dîroka Kurdî dihat nasîn, di 90 saliya xwe de li Swêdê koça dawî kir. -
Kovara Der Spiegel li Hamburgê hat protestokirin
Kovara Der Spiegel a ku navenda wê li Hamburgê ye ji ber ku li ser têkoşîna jinên Kurd li Rojava nûçeya manîpulatîf weşand hate protestokirin. -
Li Vancouverê şehîdên Rojava û Rojhilat hatin bîranîn
Li bajarê Vancouver ê Kanadayê, şervanên ku li Rojava di êrişên komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê de şehîd bûn û şehîdên Rojhilat hatin bîranîn. -
Paolo Ferrero: Divê hemû gel ji bo parastina Rojava seferber bibin
Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero, da zanîn ku di çarçoveya konsepta hêzên herêmî û navneteweyî de hewl tê dayîn Rojava were tunekirin û got, “Kurd rastî îxanetek mezin a hevkarên xwe hatin. Divê hemû gel ji bo parastina Rojava seferber bibin.” -
Li Leipzigê meşa girseyî ya ji bo piştgiriya bi Rojava
Li Leipzigê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi Rojava meşiyan. -
Li Viyana rojeva Rojava: Berxwedan bang li hemû saziyên Kurdistanê kir ku bibin 'yek'
Di civîna Viyanayê de siyasetmedarê Kurd Mustafa Sarikaya axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Rojava ruhê netewî yê gelê Kurd xurtir kiriye. Sarikaya got ku gel bang li hemû saziyên Kurdistanê dike ku yekitiya xwe ava bikin û herin kongreya netewî. -
Li Grazê şehîdên Rojava hatin bibîranîn: Gelê Kurd di wê hêzê de ye ku mafên xwe bistîne
Li Grazê ji bo şehîdên Rojava çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin û ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek kes hatin cem hev. Siyasetmedar Cuma Tak diyar kir ku "Ev gel dê li her derê têkoşîna xwe bidomîne û di wê hêzê de ye ku mafên xwe bistîne." -
Li Aurichtê rojeva Rojava hate nîqaşkirin
Li bajarê Aurich ê Elmanyayê civîna gel hate lidarxistin û geşedanên dawî yên li Rojava û Kurdistanê hate nîqaşkirin. Feleknas Uca di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li Rojava. -
Meşa girseyî li Manchesterê: Rojava xeta me ya sor e
Li Manchesterê bi hezaran kes ji bo naskirina statuya Rojava meşiyan. Di çalakiya ku bi alayên YPG, YPJ û dirûşman hat piştgirîkirin de, bal hat kişandin ser girîngiya azadî, mafên jinan û berxwedana demokratîk a Rojava ya ji bo cîhanê. -
Li Linzê ‘Qehremanên Hebûn û Rûmetê’ hatin bibîranîn
Li bajarê Linz ê Awistiralyayê, di şexsê şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, hemû şehîdên Rojava hatin bibîranîn. -
Li Exeterê şehîdên Rojava hatin bibîranîn: Bi biryardariyên xwe bûn ronahî
Kurdistaniyên ku li bajarê Exeter ê Îngilîstanê li hev kom bûn, di şexsê şehîd Ziyad Heleb û Denîz Çiya de şehîdên Rojava bi bîr anîn û ev peyam dan, “Berxwedana bi rûmet a şehîdên me, di rêya gelê azad û welatê azad de, rêya me ronî dike.”