Loukaides: Naskirina mafên gelê Kurd ji bo aştiya herêmî girîng e

Li Qibrisê berdevkê partiya AKEL a li parlamentoyê û endamê Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa Giorgos Loukaides got, parastina modela demokratîk a li Rojava û naskirina mafên gelê Kurd ji bo aştiya herêmê girîng e.

Li dijî êrîşên ku 6’ê Çileyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û belavî tevahiya Rojava bûn, li gelek deverên cîhanê çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin. Di serî de gelê Kurd banga piştevaniya navneteweyî li gelek sazî, kom û aktorên siyasî hate kirin.

Kurd û dostên wan ên li Qibrisê dijîn jî, li dijî êrîşên li ser Rojava her roj li qadan protestoyan lidar dixin. Her wiha di asta partiyên siyasî yên li Qibrisê de jî gaveke girîng hate avêtin û bi yekîtiya dengên hemû partiyên li parlamentoya Qibrisê biryara piştevaniya bi Rojava re hate dayîn û peyamên siyasî yên xurt hatin dayîn.

Li Qibrisê berdevkê parlamentoya partiya AKEL û di heman demê de endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa parlamenter Giorgos Loukaides têkildarî êrîşên li ser Rojava, çalakiyên piştevaniya navneteweyî, statuya navneteweyî ya Rojava û çareseriya pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re axivî.

Loukaides destnîşan kir ku piştgiriya wan a ji bo Rojava helwesteke demkî nîne û diyar kir ku ev yek di platformên Qibris û navneteweyî de jî anîne ziman. Loukaides ragihand ku wan li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa li ser navê Koma Çep kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn weke madeya rojeva lezgîn were nîqaşkirin.

Loukaides diyar kir ku di biryara Meclîsê de hate teqezkirin ku divê gelên li herêmê bên parastin û Kurdên Rojava jî di nav de hurmet nîşanî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî were dayîn.

Loukaides anî ziman ku geşedanên li Rojava girêdayî tabloya siyasî ya giştî ya li Rojhilata Navîn e û bilêv kir ku modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Rojava li qada navneteweyî bal dikêşe. Loukaides diyar kir ku ji ber ku polîtîkaya navneteweyî piranî li ser esasê berjewendiyên hêzên mezin şêwe digire, lewma hewldanên civakî û siyasî yên serbixwe hedef tên girtin.

Loukaides got, li qada navneteweyî naskirina Rojava di asteke mezin de girêdayî hevsengiyên jeopolîtîk e û ev tişt bilêv kir, “Siberoja Rojava divê bi çareseriyeke siyasî ya berfireh were entegrekirin ku mafên hemû civakên etnîk û olî yên li Sûriyeyê bixe bin ewlehiyê. Ev çareserî divê xweseriya çandî û siyasî ya civakan garantî bike.”

Loukaides destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd li herêmê yek ji meseleyên herî girîng a mafên mirovan û demokrasiyê ye û got, heya ku çareseriyeke siyasî ya ku mafên Kurdan nas dike çênebe, li herêmê aştî û îstiqrar mayînde nabe.

Loukaides anî ziman ku di polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê Kurdan de nakokiyên cidî hene û got, Enqere li aliyekê mîna piştgiriyê dide pêvajoyên aştî û diyalogê xuya dike, li aliyê din jî li Sûriye û Iraqê operasyonên leşkerî dimeşîne û hewl dide avabûna xweseriya siyasî ya Kurdan asteng bike.

Loukaides diyar kir ku Rêber Apo di têkoşîna mafê siyasî ya gelê Kurd û Tevgera Kurd de bi roleke dîrokî radibe û destnîşan kir ku tevî şert û mercên tecrîda giran jî dem bi dem hewldanên xwe yên ji bo diyalogê û çareseriya aştiyane nîşan daye. Loukaides ev tişt jî got, “Çareseriyeke adilane û domdar hem ji bo pêşketina demokratîk a Tirkiyeyê hem jî ji bo îstiqrara tevahî herêmê şertekî pêşîn ê esas e.”