Rojnamevan Osman Kiliç dê li Den Haagê bi merasîmekê bê oxir kirin
Kedkarê Çapemeniya Azad Osman Kiliç ku ji ber penceşêra pişikê jiyana xwe ji dest da, dê sibê li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi merasîmeke girseyî bê oxir kirin.
Kedkarê Çapemeniya Azad Osman Kiliç ku ji ber penceşêra pişikê jiyana xwe ji dest da, dê sibê li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi merasîmeke girseyî bê oxir kirin.
Ji bo rojnamevan Osman Kiliç ê ku zêdetirî du salan bû ji ber penceşêra pişikê dihat dermankirin û piştî rewşa wî giran bû li klînîkeke bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da, dê li Den Haagê merasîmeke oxir kirinê ya girseyî bê lidarxistin.
Merasîma ji bo kedkarê Çapemeniya Azad Kiliç, dê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Den Haagê bê darxistin. Tê payîn ku malbat, heval û gelek welatparêz beşdarî merasîmê bibin.
Hate ragihandin ku merasîma oxir kirinê dê di 13’ê Adarê roja înê, katjimêr 11:00’an de li navnîşana NCDKê ya Radarstraat 23 dest pê bike.