Li ser banga sendîkayan bi deh hezaran kes li Brukselê beşdarî xwepêşandaneke neteweyî bûn. Xwepêşanderan, guhertinên hikûmetê yên di sîstema teqawidbûnê de, sînorkirinên li ser endekskirina otomatîk a mûçeyan û kêmkirina xizmetên giştî şermezar kirin.
Xwepêşandanê li seranserê Belçîkayê rê li ber astengiyên cidî yên wekî veguhastin û xizmetên giştî vekir. Hin seferên hewayî hatin betalkirin û veguhestina giştî bi awayekî sînorkirî xebitî.
Sendîkayên wekî CSC, FGTB û CGSLB’ê, diyar kirin ku tu danûstandinên wan rasterast a bi hikûmetê re çênebûne û daxwaza diyalogeke demildest bi serokwezîr û cîgirên wî re kirin.