KNK: Em soz didin ku xeyalên Bavê Welat pêk bînin
KNK’ê diyar kir ku ew ê bi hemû hewlên xwe xeyalên Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ku jiyana xwe ji dest da, ji bo yekrêzî û yekbûna gelê Kurd bi cih bînin.
KNK’ê diyar kir ku ew ê bi hemû hewlên xwe xeyalên Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ku jiyana xwe ji dest da, ji bo yekrêzî û yekbûna gelê Kurd bi cih bînin.
Konseya Rêvebir ya KNK’ê ji bo wefata Endamê Desteya Hevserokatîya PYD û endamê KNK’ê Salih Muslim (Bavê Welat) peyama sersaxiyê da.
Peyama KNK’ê wiha ye:
“Bi xemgînyek dilsoj têkoşerê mezin Salih Muslim, bavê Welat koça dawî kir.
Bavê Welat wekî dipolatkat û siysetmedarekî şareza û yek ji pêşengê Şoreşa Rojava bû û di heman demê de endamê KNK’ê bû. Bavê Welat di hemû jiyana xwe di nav têkoşîn û xebata welatparêzî- niştimanî de bi ruheki neteweyî û can fidayetî di nav xebatê de bû û, demeke dirêj weke hevserokê Partîya Yekîtîya Demokrati bû û bavê Şehîd bû.
Di demeke ku Şoreşa Rojava yê Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî di konaxeke gelek hesas de derbas dibe malavayî li jiyanê kir. Bê guman koça dawî ya Bavê Welat xesaretek gelekî mezin bo siyaseta Kurdî ye û nemazê bo Şoreşa Rojava jî. Bavê Welat bi mîrasa têkoşînê ku li pêxwe hiştiye dê di wijdana gelê Kurd de zindî bimîne.
Em weke Kongreyî Neteweyî ya Kurdistanê di vê dema xemgîn de sersaxîyê bo gelê Kurdistan, malbatê, heval û hogirên wî dixwazin. Bê guman bi serxistina doza gelê Kurd xewn û xeyalên bavê Welat bo serkeftin û Azadîyê bi cîh bînin û di heman demê de em soz didin ku bi hemû hewlên xwe xewnên bavê Welat bo yekrêzî û yekbûna gelê kurd bi cîh bînin.
Ruhê bavê Welat Şad be û cîhê wî bihuşt be.”