KON-MED û KOMAW ji bo Salih Muslim sersaxî xwestin

KON-MED û KOMAW diyar kirin ku endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê  Salih Muslim wê her tim di bîr û dilê gelê Kurd de bi rêzdarî were bîranîn.

Konfederasyona Civakên Kurd li Elmanya (KON-MED) û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) derbarê koça dawî ya endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim de daxuyaniyên nivîskî weşandin. Saziyan diyar kirin ku Muslim bi salan ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têkoşiya û sersaxî ji malbat, xizmên wî û gelê Kurd re xwestin.

KON-MED di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Muslim dê wekî siyasetmedar û çalakvanek ku xwe ji bo peydekirina pêşerojek bi rûmet û azad ji bo gel terxan kiriye were bîranîn. KON-MED diyar kir ku mîrateya ku Muslim li pey xwe hiştiye wê rê nîşanî me bide.

HER TIM BI RÊZDARÎ WÊ BÊ BI BÎRANÎN

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) jî daxuyaniyek weşand û xemgîniya xwe ya ji ber bihîstina wefata Salih Muslim anî ziman. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Muslim bi taybetî di pêvajoya Şoreşa Rojava de ji bo azadî û rûmeta gelê xwe kedeke mezin da.

KOMAW destnîşan kir ku Muslim di heman demê de bavê şehîdekî bû û diyar kir ku têkoşîn û fedakariya wî wê di dil û hişê gel de bi rêzdarî were bîranîn. Di daxuyaniyê de gotin ku jiyan û têkoşîna Muslim wê di têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviya gelan were bibîranîn.

Saziyê sersaxî ji malbata wî û hemû gelê Kurdistanê re xwest û diyar kir ku bîranîn û têkoşîna Muslim wê di hişê mirovên ku di rêya azadî û demokrasiyê de dimeşin de bijî.

WÊ LI HER DERÊ EWROPAYÊ SERSAXÎ BÊN QEBÛLKIRIN

KOMAW ragihand ku ew ê ji bo endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê li hemû welatên Ewropayê merasîmên bîranînê li dar bixin. Hûrguliyên derbarê sersaxiyê de eê di rojên pêş de bi raya giştî re werin parvekirin.