Hevalê Gundî

Ew ne mîna her şoreşgerekî bû. Di navbera fikir, jiyan, axaftin û pratîka wî de hevgirtin hebû. Bi kurtasî kesek ku axaftin, cewher û çalakiya wî yek bû. Ji ber vê ew şoreşgerekî rast bû.

Kûr difikirî. Lê belê fikirîna wî bes ne fikirîneke di  hundirê xwe de bû; zêdetir hewla fêmkirina kesên li hemberî xwe bû. Zêde nediaxivî. Li hemberî vê yekê bi baldarî   guhdariya însanan dikir, ew fêm dikirin û tiştên ku dibihîstin di bîra xwe de tomar dikirin. Hişê xwe li ruhê xwe zêde dikir û ruhê xwe jî li hişê xwe zêde dikir û kûr dibû. Weke aveke ku ji kûrahiyê ber bi rûberî ve diherikî û dubare berê xwe dida kûrahiyan bû.

Bi çavên xwe yên ela, bejna xwe ya dirêj û bi sekna xwe ya bikeys bawerî dida însanên li cem xwe.  Dema diaxivî peyvên xwe hilbijart, difikirî û li gel kûrbûnê hevokên xwe bilêv dikirin ku van yekan jî ew bawerî zêdetir dikir. Sakîn bû. Li hemberî pirsgirêkên herî giran ên hundir û derve jî xwînsar bû. Ji ber ku ew şoreşgerekî wisa bû ku muhasebeya hest û ramanên xwe dikir û li gorî wê tev digeriya.

Hemû demên ku min ew dît, me suhber dikir û me hin caran nîqaş dikir jî min ev pirs li xwe dikir:

‘’Ma însanek dikare ev qasî xûypak be?’’

Ma însanek tu caran hêrs nedibû? Ew tu caran hêrs nedibû û zû bi zû dilê tu kesî nedihişt. Helwestên sekter nîşan nedida û mesafe nedixist di navbera xwe û însanan de. Helbet car caran hêrs dibû ûdi hindirê xwe de nerazîbûn nişan dida. Lê belê ev jî demkurt bûn, piştî demekê dubare vedigeriya rewşa xwe ya sekan û aram.

Însanekî wisa bû ku rewşa hevrêtiyê ya herî kur dijiya. Dema dît hevrêyek neheq e jî ev yek bi zimanekî hişk îfade nedikir.  Li benda wext û zemîna guncav dima. Piştre hema bibêjin bi zimanekî şermîn bi çend hevokan qala pirsgirêkê dikir. Ji bo ku dilê tu kesan nemîne li gotinên xwe baldar bû û hevokên rast bilêv dikirin.

Hin kesan ev helwest şaş şîrove dikir. Hin kesan digot lîberalîzm, hin kesan jî lihevkêrî. Hin kesan jî weke qîma ya heyî  şîrove dikir. Lê belê tu eleqeya rastiyê bi van yekan re tune bû. Ji bo wî hevrêtî ji her tiştî girîngtir bû.

Digot: ‘’Ger hevrêtî li ba me xwediyê wateyeke pîroz be, wê demê divê em li gorî wê bifikirin, li gorî wê biaxivin û tev bigerin.’’

Piştre ev yek dianî ziman:  

‘’Hevrêtî rewşa me ya herî kûr e. Însan dikarin bibin hevalên hevûdu, dostên hevûdu û tew dikarin li heman eniyê di nava şer de jî bin. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku ew hevrê ne. Hevrêtî; şêweyekî jiyanê ye ku di îdeolojî, ruh û hişmendiyê de hevparbûnek heye.’’

Piştre hêdîka dibişirî û ev yek dianî ziman:

‘’Ez dizanim ku ev yek tiştekî gelekî zehmet e jî. Lê belê ya girîng pêkanîna vê yekê ye. Tevgera me tam jî ji bo pêkanîna vê yekê heye.’’

Şoreşgerekî mutewazî bû. Sadebûn hem di jiyana wî de hem jî di kesayeta wî de hebû. Xwe ji riyaliyê dûr dixist. Gotinên nehewce nedikirin. Jiyana wî sade bû, uslûba wî sade bû û baweriya wî ya ji şoreşe re jî sade û zelal bû.

Ne ji wan kesan bû piştre qanih bûbû. Ji wan kesan bû ku hê di destpêkê de tevlî karwanê kesên bawer kiribûn, bûbû û şoreşgerekî hişmendî û baweriyê bû. Ji ber vê yekê min tu caran nedît ku reşbîn bû. Di kêliyên herî dijwar de jî fikra wî zelal dima û baweriya wî nedehibî.

Ew li Ewropayê mezin bibû û sîstema Ewropayê, şêwaya jiyana wê û nakokiyên wê yên li hemberî mirovahiyê, pir baş dizanîbû. Jixwe tiştê ku hişt ew li hember vê sîstemê derkeve, ev cudahiya wî bû.

Ger xwestiba dikarî gelek ‘bidilaramî’ jiyaba. Ew dikarîbû bêyî xebatê qezenc bikira, dikarîbû jiyana xwe di rehetiya sîstemê de bijiya û bêyî ku destê xwe ji ava germ bixe ava sar. Lê wî ev yek red kir. Ji ber ku wî dîtibû ku modernîteya kapîtalîst çi qas zalim e, mêtinger û xwînmij e.

Rojekê, di xebateke perwerdehiyê de ku em bi hev re beşdar bûn, ew rabû ser piyan û got:

“Sîstema kapîtalîst di nava hemû sîstemên hegemonîk de yek ji sîstemên ku divê herî bêhtir bê nefretkirin. Sîstemên beriya wî xwe veneşartibûn. Dema ku mirov ji derve li wan dinêrî, hundirê wan jî didît. Lê şaristaniya kapîtalîst ne bi vî rengî ye. Ew ji derve pir dibiriqe, lê dema dikevî navê mirov fêm dike ka çiqas bêexlaq û bêesil e.”

Dema ku ev hişmendî û hesta welatparêziyê ku ji malbatê girtibû bû yek, rêya wî zelaltir bû.

Dema ku nû beşdarî Tevgerê bibû van sozan dabû:

“Ez li ser rûmet û şerefa xwe sond dixwim ku ez ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo Kurdistanê, ji bo gelê Kurd têbikoş im.”

Bi rastî jî li dû sozê xwe sekinî. Heta dawiya jiyana xwe di nava têkoşînê de cih girt. Ew têkiliyên hevrêtî, felsefeya tevgerê û kûrahiya îdeolojiya Apoyî hînê kesên nû dihatin dikir û guh nedida kesên diçûn. Di rojên herî zehmet ên têkoşînê de, dema ku gelek kesan digot ‘êdî ev kar qediya’ ew her tim wiha bersiv dida:

“Na. Ev têkoşîn wê heta azadiya gelê Kurd misoger bibe, bidome.”

Ew ne mîna her şoreşgerek bû. Di navbera fikir, jiyan, axaftin û pratîka wî de hevgirtin hebû. Bi kurtasî kesek ku axaftin, cewher û çalakiya wî yek bû. Ji ber vê ew şoreşgerek rast bû.

Xwedî wê kapasîteyê bû ku li her qadê xebat bimeşîne. Lê qada ku wî herî bêhtir ked lê da, çapemeniya azad bû. Bêhtirî 20 salan li gelek qadan xebat meşand; Dîtbarî, nivîskî, dijîtal û hwd… Bi kurtasî li her qadê ked daye.

Herî dawî dema ku min wî dîtî bi aramî ji min re wiha gotibû:

“Ez dizanim ku wê baş nebim û bimirim. Şoreşgerek bi giştî nizane wê li ku derê û çawa jiyana xwe ji dest bide. Dibe ku di pevçûnek de, dibe di eniya şer an jî zindanan de… Lê ji ber vê nexweşiyê ez dizanim wê li ku derê jiyana xwe ji dest bidim.”

Piştre bêdengiyek çêbû.

“Her şoreşgerek ku tevlî têkoşînê dibe, mirina xwe jî pêşî qebûl dike. Lê dawiya min dê wisa be.”

Dema ku wî van hevokan vedigot, kûrahiya çavên wî tê bîra min. Wê kêliyê hesta herî giran li ser rûyê wî xuya bû.

Piştre vê yekê got:

“Ez bi paradîgmaya berê û paradîgmaya niha, pêvajo û manîfestoya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê weke xwe hemû qebûl dikim. Baweriya min ya bi Rêbertî bêdawî ye. Ez nebînim jî teqez em ê bi ser bikevin.”

Soz rûmet e, em ê nehêlin rûmeta me were binpêkirin…

Bi rêz û minetdarî…