Li paytexta Hollanda Amsterdamê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi meşekî girseyî bi coş hate pîrozkirin. Çalakî bi banga hevpar a Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) û Femînîst Marchê hate lidarxistin û peyamên azadî û piştevaniyê hatin dayîn.
Di çarçoveya çalakiyê de girseyê li Qada Damê li hev civiya. Piştî axaftinên li vir, bi hezaran kes bi pankart, dowîz û dirûşmeyan ber bi Museumpleinê dest bi meşê kirin.
Di tevahiya meşê de îşaret bi girîngiya têkoşîna jinan hat kirin û peyamên piştevaniyê ji bo jinên ku li herêmên cuda ên cîhanê li ber xwe didin, hat parvekirin. Bi taybet têkoşîna azadiyê ya jinan a li Rojava û Rojhilat hate silavkirin.
Di pankart û dowîzên hatin hilgirtin de peyamên li dijî qetilkirinên jinan, polîtîkayên şer, newekheviya zayendî û cihêkariyê hate dayîn. Beşdaran destnîşankirin ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan ne tenê ji bo jinan, ji bo azadî û civakekî adilane jî xwedî girîngiyekî jiyanî ye.
Meşa ku ji Qada Damê heta Museumpleinê çû, tevî dirûşme û axaftinan dewam kir. Di tevahiya çalakiyê de hêza piştevaniya jin û têkoşîna hevpar carekî din hate destnîşankirin. Çalakî piştî axaftin û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.